Xalê me Dîcle qûş li wan qetand

Li Amadê, rojên borî rûniştina doza KCKê a 59ê pêk hat. Di dozê de Hatîp Dîcle bi Kurdî paraztina xwe kir, Mehmet Emîn Aktar jî wergerand Tirkî.

Dema ku parlementerê berê Hatîp Dîcle xwe bi zimanê Kurdî diparazt, dadgehê heya paşîn guh da ser paraztina wî. Gotinên Hatîp Dîcle ji alîyê Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ve hat wergerandin.

Werhasilî kelam, dozger û dadwerên ku ev çend salin nedihiştin girtîyên KCK xwe bi zimanê Kurdî biparêzin, talîya talî tifa xwe alastin, serî li ber helwesta girtîyan tewandin û têra xwe guhdarîya zimanê Kurdî kirin.

De li ser xêrê be yabo qurban…

Bela ji îro û pêde jeng û zingara guhên we bi guhdarkirina zimanê Kurdî pak bibe dozger û dadwernoooooooooo!

Amed

About The Author