Êdî Bes e!

Li gor mentiqa matematîkê, yek beramberî yekê ye…

Li gor mentiqa nirxên mirovahî, du yek wek hev in…(Dibe ku yek xerab, yek baş be, lê talîya talî wek hev in)

Li gor me hinekan jî, her yek ne yek e û yek car caran beranberî sedan, hezaran, milyonan e…

Ji bo ew yek rizgar bibe, qîmetê sedan, hezaran, milyonan tune.

Ew yek dibêje, min ji bo serfirazîya we xwe feda kirîye, lê dema dikeve tengasîyê, ruh pê şêrîn dibe û ji bo xwe xelas bike, dest bi zîtirkan dike û çavê xwe bera xwîna belengazan dide, da ku bi rijandina xwîna wan belengazan li ser lingan bimîne, nemre.

De were ji vê sosretê re bibêje, „Amîn!“

Ji bo yek xelas be, sed-hezar xwe dikujin, xwe tune dikin…

Em dixwazin yekî xelas bikin, em bi sedan mirovan didin kuştin, an jî ji bo mirna wan bêdeng dimînin.

Ji hêlekê ve em bi xelaskirina yekî alîyê xwe yê dilovan nîşan didin, ji hêlekê ve jî em bi sedan, bi hezaran kesan davêjin nav diranên bi xwîn ên tîranan û alîyê xwe yê Dehaqane derdixin…

Tişt nabe, bila her kes xwe ji bo wî bike qurban…

Piştî ku kes nema jî, bila ew û çend mirîdên xwe li ser wê axê dilşad bijîn. Jixwe wê çaxê kurdî, kurd û Kurdistan jî ne girîng e. Kêfa wan çawa dixwaze bila wiha jî bidin lotikan. Bi erebî, bi tirkî, bi farizî yan jî bi rengekî nuh…

Ev çi nakokî ye?

Em giş zanin ku ev nakokî ye, lê kes newêre vê nakokîyê eşkere bibêje…

Ji hêlekê ve yek ê xelas bibe, yan jî şert û mercên wî yê xweş û baş bibe, ji hêlekê ve jî ji bo xelaskirin an jî ji bo başkirin û xweşkirina şert û mercên wî yekî, em ê bi sedan mirov serjê bikin, bikin qurban…

Gelo ew ê ku dixwazin şert û mercên wî camêrî baş û xweş bikin, ûjdanê xwe li kîderê ji bîr kirine, yan jî bi çi firotine?

Yan jî, ew kesê ku ewqas mirov dikin ji bo wî xwe bikujin, xwedan derûnîyeke çawa ye?

Gelo ew camêr ê ji xwe nepirse-nebêje dema ew mirov giş ji bo rehetîya min bên kujtin, ez ê têkeve nav derûnîyeke çawa û bi rastî jî ez ê xwe rehet û bi sihet hîs bikim an na?

Bi derewan jî dibêjin, „ji bo perwerdehîya bi zimanê zikmakî“ da ku alîgiran ji xwe re çêbikin…

Peyva kurdî nayê ser zimanê we…

Hûn baş bi kurdî nizanin û yên zanin jî, li xwe danînin bi kurdî bipeyivin. Ne eyb û ne fedî qala zimên dikin û xwe dikin qurbana min û zimên…

Serî û mejî bi vîrusa tirkî li we bûye çeqilmast û tew hûn rabûnin ne me, xwe dixapînin û wê grevê dibin bi zimên ve girêdidin.

Weyle topa Xwedê li we ketino!

Heke qasî serê derzîyê ziman li ser bala we bûya û hurmeta we ji zimên re hebûya, ji sibê heta êvarî hûn ê bi tirkî nepeyivîyana. Rabûn-rûniştin, sîyaset-politîka û tevgerên we yê ne bi tirkî bûna…

Heke ne derew e, di jîyana we ya rojane de zimanê kurdî nedibû sêwî û we bi zimanê tirkî xwe nedinepixand û xwe pê serbilind hîs nedikir…

Êdî li ser xizanî, belengazî û dilsozîya kurdan sîyasetê nekin û çavê xwe bernedin xwîna wan…

Êdî bes e!

Lê ne ew „Êdî bes e“ ya we, ya ku hûn zanin…

Êdî ji mirinê re bes e…

Êdî ji bêûjdanîyê re bes e…

Êdî ji bazirganîya xwînê re bes e…

Êdî ji bêkesayetî û bêşexsîyetîyê re bes e…

Êdî ji nedilsozbûnê re bes e…

Bi rastî jî, Êdî bes e wîîî!

Stenbol

About The Author