Gendelî û mafyayê bajarê Dihokê daye ber xwe

Li ser bextê lotikvanên rojnama Rûdaw be, dibêjin yek ji berpirsên PDK û kesayetê navdar ê parêzgeha Dihokê Elî Şingarî çend lotik di derbarê gendelî û mafyayê de avêtine û destê xwe xistiye bin kevir.

Li gora Elî Şingarî dibêje, li parêzgeha Dihokê gendelî gîhaye astek herî bilind û mafyayê jî dest avêtiye her warî, di her cîhî de kon vedaye.

Xalê me Elî Şingarî lotikek li PDK û endamên wê jî xistiye û gotiye ku Piraniya wan ne di asta pêwîst de ne, di 13. kongreya PDKê de nûbûn nebû. Ji xwe ji nîvî zêdetirî endamên kongreyê ne hêjayî wê yekê bûn bibin endam û niha pêwîst nake hinek kes di serkirdayetiya PDKê de bin” filan û bêvan.

Elî Şingarî di derbarê lotika mafyayê de jî dibêje: “Ez dixwazim bêjim li Dihokê mafya peyda bûye û desthilata wê li ser her tiştekî heye. Lewra pêwîste PDK pêngavên ciddî bavêje. Pêwîste hemû berpirsên Dihokê, ligel yên leşkerî û sivîl biguherîne. Raste hinek berpirs hatine rakirin, lê gotinek pêşiyan heye û dibêje, ‘Duvikê mar nebire, serê mar bibire.’ Niha duvikê mar birîne û serê mar hiştine” filan û bêvan.

Axir, li ser bextê xalê me Elî Şingarî be, heke rast be, gendelî û mafyayê parêzgeha Dihokê wek lehîyê daye ber xwe û lotikan li xelkê dixin..

Xwedê bikim derew be. Lê ku rast be ditirsim mafya û gendelî berê xwe bidin Hewlêrê jî ellahwekîl…

Dihok

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/15828.html

About The Author