Nehêlin zarokên me bimirin!

Grêvên birçîbûnê qrîzek mirovî û civakî ye. Fedakarîyek mezin, qurbankirina ruh û giyanê pîroz e. Ji qurbankirina ruhê şîrîn mezintir qurbantî tuneye. Girtîyên ku îro ketine grêva birçîbûnê û ruhê şîrîn dane ber kêra qurbanê, helwest rast yan nerast be jî dilê me dêşîne, wîjdanê me dijenîne. Wîjdan qebûl nake ku keç û xortên Kurd  di girtîxaneyên dijmin de bibin qurban û di vê cejna qurbanê de malbatên wan di nav şîn û girî de bimînin.

Wek tê zanîn, zêdeyî 47 rojane ku texmînen 600-700 keç û xortên Kurd (hinek dibêjin 10 hezar in) ku piranîya wan endam yan hevalbendên PKK ne, ji bo daxwaz û pêkhatina hinek xal û armancên xwe ketine grêva birçîbûnê (grêva mirinê). Çine ev xal û armanc?

1-      Başkirina şert û mercên Ocalan

2-      Xweparaztina bi zimanê Kurdî

3-      Perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ev kesên ku ketine grêva mirinê bêguman piranîya wan kesên siyasî ne. Û kesên siyasî jî helbet divê daxwazên siyasî ji dewlet yan hikûmetê bikin. Dil dixwest ku ev kesên dixwazin ruhê xwe bikin qurban û fedakarîyek mezin dikin, karîbûna ne tenê şert û mercên Ocalan lê şert û mercên xwe û hemû girtîyan jî wek xalek bingehîn bidana pêş. Dil dixwest ku ev kesên siyasî ne tenê xweparaztina bi zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî, lê xal û daxwazên wek “di makzagonê de qebûlkirina nasnameya Kurdî, qebûlkirina Kurd û Kurdistanê” jî bidana pêş. Madem emê ruhê şîrîn bikin qurban, çima emê daxwazên mezintir jî nexwazin?

a-Helbet baştirkirina şert û mercên Ocalan mafê wan e, mafekî mirovî ye. Mafê wan e ji ber Ocalan serokê wan e û kesê ku pirsgirêkên navbera hikûmeta AKP û PKK çareser bike Ocalan e. Ji ber vê, baştirkirina şert û mercên Ocalan wê navbera hikûmetê û PKK jî baştir bike, baştirkirina şert û mercên Ocalan, wê pirsgirêkên navbera hikûmetê û PKK jî kêmtir bike. Wê hêvîyekê ji bo pêkhatina aştî û sekinandina şer çêke.

b-Xweparaztina bi zimanê Kurdî ji xwe wek xalek bingehîn di kongreya AKP de hatibû holê û îhtîmalek pir mezin heye ku ev xal di pêşerojê de ji alî hikûmetê ve têkeve jiyanê. Nîşana vê gavê jî ev bû ku piştî çend salan endamê KCK Hatîp Dîcle derket dadgehê û paraztina xwe bi zimanê Kurdî kir.

c-Daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî helbet xal û daxwazek girîng û pîroz e. Her çiqas girîng û pîroz be jî, ewqas giran û zehmet e jî. Çima? Ji ber perwerdeya bi zimanê Kurdî tê wateya hejandin, ricimandin, têkbirin û hetta parçekirina dewleta Tirkiyê jî. Xala herî mezin a ku dewleta Tirkiyê li ser lingan dihêle, ziman e, zimanê Tirkî ye. Zimanê Tirkî asîmîlasyon e, înkarkirin e, tunekirin e û Tirkkirin e. Ji xwe tirsa rayedarên dewletê jî ev tirs e. Heke zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, bike neke wê prestîj, qedr û qîmetê zimanê Tirkî kêm bibe, wê zimanê Tirkî êdî bandora xwe li Kurdan neke û wê zimanê Kurdî ruhê Kurd û Kurdistanîbûnê di mejî û dilê Kurdan de geştir bike. Ji ber van sedemên girîng, daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwazek maqûl, girîng û pîroz e.

Axir, çi dibe bila bibe, naveroka daxwazên girtîyan çi dibin bila bibin, wek Kurd em pê dêşin ku keç û xortên me jiyana xwe wenda bikin. Ji kîjan partîyê dibin bila bibin, qurbankirina ruhê şîrîn fedakarîya herî mezin e. Îro 600-700 mirovên me ruhê xwe ji bo daxwazên xwe dikin qurban. Her Kurdê ku xwedî wîjdan be, xwedî daxwaz û armanc be, bêyî ku ferqê têxe navbera dîtin yan alîgirîyek siyasî, divê xwedî li keç û xortên xwe derkeve, girtîyên xwe bi tenê nehêle, daxwazên wan bigihîne cîyên pêwist û helwestek Kurd û Kurdistanî bigire. Ji bîr nekin, mirina her ferdekî Kurd ji bo me zirar e..

About The Author