Xalê me Canan tiştek ji bîr kir, gelo çiye?

Belê, parlementerên BDP jî li ala Tirkan xwedî derketin û xwelî li serê me kirin.

Bi minasebeta cejna damezirandina komara Tirkîyê, gotûbêja ala Tirkiyê di navbera serokwezir Erdogan û serokê CHP Kiliçdaroglû de derket holê. Kiliçdaroglu da xuyakirin ku ji bo li Ataturk û ala Tirkîyê xwedî derkevin roja cejnê  xwepêşandan kirine. Erdogan ev gotina Kiliçdaroglu rexne kir û got: „Tu li Enqerê ala Tirkî radikî, lê li Hekarî di xwepêşandana CHP de çima ala Tirkîyê tunebû oxlim“ û ajot ser gundî Kemal.

Helbet ev normal e, Tirk in, li ala xwe xwedî derdikevin, dernakevin, ne mijara me ye. Lê ku BDP î li ser navê Kurdan li wê ala bi xwîn xwedî derkevin, aha ew qebhetek mezine.

Li ser vê gotubêjê, parlementerên BDP yên bajarê Hekariyê jî tev li vê gotubêjê bûn û ew jî li ala Tirkîyê xwedî derketin.

Parlementerê BDP Adil Kurt got: „Tu pirsgirêka gelê Hekariyê li gel ala Tirkîyê tuneye. Ala Tirkiyê ya herî mezin li bajarê Hekariyê pêl dide. Ev al ne ala bavê Erdogan û Kiliçdaroglû ye. Ev al keda Tirkan, Kurdan û gelên din e. Di rengê vê alê de xwîna Kurdan jî heye babam“ û serê hefsarê hespê xwe berda.

Û xalê me Esad Canan çi gotibe başe?

Got: „Ev  ala me hemûyan e. Ya Tirkan û Kurda ye jî. Bapîrên me jî ji bo vê alê canê xwe dane. Tu pirsgirêka alê li Hekarî tuneye. Li Hakarî ev al bilind e“ û herdu parlamenteran tiştek ji bîr kir.

Çi ji bîr kirin hûn zanin?

Ew ala ku ew xwedî lê derdikevin û dibêjin ala Kurd û Tirka ye, îro bi xwîna keç û xortê Kurdan sortir bûye, dilopên xwîna Kurdan ji wê alê diniqute. Ew al li zindanan xwîna girtîyên me dimije, li serê çiyan xwîna keç û xortên me dirêje, Tirk di bin sîya wê alê de Kurdan qir dikin.

Îcar ji ku ev ala xwînmij ala Kurda ye bavê min?

Yabo ew ala xwînrêj li we pîroz û bimbarek be rebbî..

Colemêrg

About The Author