Xalê Selîm lotikek li başqanê me xist

Belê, yek ji damezrênerên PKK xalê me Selîm Çurukkaya, hevpeyvînek qerase daye rojnama BÛGUN a Tirkî û di derbarê grêvên birçîbûnê de çend lotik avêtine.

Xalê me Çurukkaya gotiye: “Kurdan grêvên birçîbûnê di hepsa Diyarbekirê de afirand. Ez jî di 12 Êlûnê de di girtîxana Diyarbekirê de bûm. Li wir zilm û zor hebû. Ji ber ku tu rêyek din nemabû, me dest bi grêvên birçîbûn û mirinê kir” filan û bêvan û meselê tîne ser rewşa îro, girtîyên ku ketine grêva birçîbûnê û Ocalan.

Xalê Selîm lotikekê li başqanê me dixe û dibêje: “Heke me karîbûya bi rêya çapemenîyê dengê xwe bida bihîstin, em qet nediketin grêvên mirinê. Lê mêrikan îro ji bo tenduristî, ewlekarî û azadîya serokatîyê dikevin grêva birçîbûnê. Ji bo ku xelk zêdetir xwedî lê derkevin, qedexeya ziman jî xistine nava daxwazên xwe. Gava Ocalan dît (behsa dema 12 Êlûnê dike) ku çalakîyên bi vî awayî bandorek mezin dike û dibe sembol, Ocalan û derûdora wî rê guhertin. Ocalan piştre berê şêweyê van çalakîyan guhert û kir “ji bo min xwe bişewitînin, ji bo min bimirin. Heke li himber Ocalan neheqî hatibe kirin, heke di bin zilmê de be, çima ew nakeve grêva birçîbûnê? Çima ew li ber xwe nade? Ew her roj qerwaneyên ku tên ber wî dixwe. Ez psîkolojîya wî baş zanim. Niha “ji bo min dimirin, ez mirovekî pir girîng im” dibêje û dikene. Heke Kurd ji bo zimanê xwe têkevin grêvên birçîbûnê maf û helwestek rast e. Lê ku ji bo kesekî mirov têkeve grêva birçîbûnê, dûrî aqila ye” filan û bêvan.

Ez serê we neêşînim qurban, xalê Selîm jî di vê hing û dingê de lotikek li girtîyan xist.

Ê ji te re çi girtîyên me xwe ji bo kê dişewitînin yan naşewitînin qardaşim?

Yan çavê te lê ye sayin başqanê me jî têkeve grêva birçîbûnê, nexweş bikeve û şoreşa me, doza millet û welatekî têk biçe hi?

Naaaaaa, ev nabe xalê Selîm!

Em vê lotikê qebûl nakin!

Amed

http://gundem.bugun.com.tr/ocalan-a-olum-orucu-darbesi-haberi/210185/

About The Author