JIBER BÊSEBRÎYÊ TE KIR QÛNA MIN

Di dema şoreşa  General Barzanî de pêşmerge  carûbaran ji bo malbatdîtinê diçûn betlaneyê.

Du pêşmergeyên Barzanî yên bijarte, hazircewab û henekvan hene. Yek ji wan Hemo Kamek e yê din jî Zikrîyê Soran e.

Zikrî jibo betlanê mehekê diçe nav zaroyên xwe.

Di vegerê de ew û Hemo Kamek li çayxaneya pêşmergehan hevûdu dibînin û dest bi sihbetê dikin.

Hemo bêsebrîyê dike û ji Zikrî dipirse: Êêêêê, zarok û malî çawanin, devera tu jê tê çi hewadîs hene, rewş çawaye? 

Zikrî : Hema kîrqûnkanê ye.

Hemo: Ew çawa dibe ?

Zikrî : Mesela ez dikim qûna te , tu dikî qûna wî, ew dike qûna yekî din û hema wisa diçe.

Hemo dibê : Heqê te heye, ma ezê ji bo çi bê sebirbim û ji te bipirsim! Heke min sebir kiriba, teyê gotiba çi heye û minê kiriba qûna te. Lê ji ber bêsebrîyê te kire qûna min.

 

About The Author