KEÇA MIN CÎGIRA REKTOR E

Du kesên berê demekê cînarê hevûdu bûne. Li bajêr li qehwexaneyekê tên ba hev. Hal û xatirê hevûdu pirs dikin. Paşê mijar tê ser ferdên malbatê.

Cimo dibê “ Hesen  keçika te Neslîxan  çawaye, niha çi karî dike?

Hesen – Neslîxana  min niha cîgira rektor e.

Elî – Waa, çawa bû cîgira rektor? Bi qasî zanîna min keça te ne xwenda  bû, çawa bû cîgirêa rektor ?

Hesen –  Berê ewil di zanîngehê de xedeme bû.

Elî – Êêêê

Hesen – Paşê bû cîgira mudur, dû re bû cîgira dekan ê fakultê.

Elî – Êêêê

Hesen –  Ji wir jî çû û niha cîgira rektorê zanîngehê ye. Rektor wisa jê qayîle, jê re malek girtîye dawîya hefteyê jî nayê malê.

Hesen zivirî ser Elî  jê re got “ Keça te niha çi dike?

Elî  got “ Bi rastî keça min jî wek ya te  niha orospî ye, qehbik e, lê ez nizanim wek te li hev bînim lo “ Werhasil.

Bêguman hinek sîyasetmedar û  rêxistinên ser erd û bin erd wek Neslîxanê ne, carê cîgirîya dewletek mêtinger dikin. Ez şaş û metelim gelê Kurd çawa li pey wan dimeşin !…

About The Author