Şêrwan Brahîm jî xurifî

Kîme ez?

Ezim paltok cî

Rêberê partiyê

Ezim bablîsok, bablîsoka rexna

Kîme ez?

Ezim pîtzacî

Rexnevanê Kurda

Rêberê ûmî

Kîme ez?

Ez Şêrwanim Şêrwan.

Vê dema dawî biraderê min ê hêja û qedirgiran Şêrwan Birahîm  dest bi gotinên çelqo melqo kirin bi wê quranê. Wey mala minê  weleeeeddddddddddddd!

Demekê rêkxistina PYD ya Europa şaş bû, mala xwe xera kir û ya Kurdên binxetê di arava dakir ku Şêrwan kirin endamê meclîsa rêkxistina xwe ya Europa. Bi wê quranê xela rêvebiran bû gava Şêro kirin rêveber. Ellahwekîl ji Şêrwan were bû tiştek, geh şîret li Aldar Xelîl kirin û geh li Salihê me û geh li Bişîro kirin.

Rojekê min ji şêx Muhsin pirsî: Gelo alametê qiyametê çine? Şêxê min got: Hema li Şêrwan binere, bi quran ha ev in alametê qiyametê wî…

Kuro qurban dev ji xwe berde, bi wê quranê tu nizane navê xwe binivîse û ez zanim bê kî wan nivîsan jî ji te re dinivîse. Îcar tê şîreta li Salih Muslim û Aldar Xelîl bike? Bi quran ev alametê axretê ne Şêrwan can.

Şêrwan can, ezê  ji bo xwedê Şîretekê li te bikim, te divê bi a min bike û te divê neke.

Bavê min, biraderê min ê hêja, here guh bide Pîtzeriya xwe û dev ji siyasetê berde yabo. Xuya dike çend qirûşên te çêbûne û tu bi serxwe ve çûye Şêrwan can.

Kuro babo dev ji Apociyan berde, were tev li partiya me bibe (Partiya Teralê Kurd li Sûrî) ya dibin serokatiya Ahmedê Berazî de.  Bi wê qurana ser sînga pêxember, ezê te bikim endamê desteya bilind a partiyê. Lê binere divê tu li serê min nebe bela haaaa! De were Şêrwan, jina min ji min berdayî be ku ez nekim.

 

ahmedeberazi@yahoo.de

 

About The Author