Qantir za!

Birazîyê dengbêjê navdar Şakirê Mûşî, hunermend û fîlmçêkerê germik û nermik Ozcan Denîz, di jiyana xwe de belkî cara pêşîn e behsa mesela Kurd kir û lotikek avêt.

Ozcan Denîz ê ku hevpeyvînek daye rojnameya RADÎKAL ê, bi tirs û sergirtî behsa mesela Kurd kiriye û heta jê tê û hatiye behsa Kurdbûna xwe nekiriye, xwe ji pirsgirêka Kurd dûr xistiye û xwe di bin cilikê de veşartiye.

Ozcanê me ji RADÎKAL ê re dibêje ku tucarî xet û xêzek wî ya siyasî çênebûye, ew tucarî bi nasnameyek bi vî hawayî negeriyaye. Cîgerim rexnan li hinek derhêneran jî dike ku ew bi çêkirina fîlmên li ser Kurdan zirarê didin nasnameya Kurdî.

Ozcan Denîz, dibêje ku rewş û şertên Tirkiyê rê nadin ku meriv karibe li ser pirsa Kurd raweste, ew samîmîyet tuneye. Hem temaşevanên sînemayê û hem jî dewlet rê nadin meriv bi eşkereyî li ser pirsa Kurd raweste.

Werhasilî kelam, lotikvanê qerase, stranbêjê germik û nermik ku wan deman dest bi derhênerîya fîlmên sînemayê jî kiriye, lotikek sergirtî hem li dewletê û hem jî li PKK xistiye û dibêje: „Herdu alî jî di çareserkirina pirsa Kurd de ne samîmî ne. Belkî ji ber vê sedemê ez xwe nêzîkî vê pirsê nakim“ û niyeta xwe eşkere dike.

Axir,  Ozcanê me berî mirina xwe cara yekem be jî behsa pirsa Kurd kir û xwe ji bin cilikê derxist.

KIlîlîlîlîlîlîlîlî, şabaş ji Ozcan Denîz re şabaş!

Stenbol

About The Author