Pirtûka „Hunermendên Mêrdînê“ derket

Xortê delal Ahmet ÇINARBAŞ, piştî ked û xebatek mezin pirtûka li ser „Hunermendên Mêrdînê“ weşand. Ahmet ÇINARBAŞ di 1979an de li bajarê Mêrdînê hatiye dinyayê û bi xwe pisporê komputerê ye. Ahmet ÇINARBAŞ di sala 2007an de dest bi nivîsandin û berhevkirina jiyana hunermendên Mêrdînê kiriye û pirtûk îsal, ango di sala 2012an de temam kiriye. ÇINARBAŞ gund bi gund, bajar bi bajar geriyaye, li gelek welatên Ewrûpayê geriyaye û jiyana hunermendên bajarê Mêrdînê anîye ser hev. Di pirtûkê de ji sala 1860î heta îro jiyana hunermendên Mêrdînê cîh digre.

Pirtûk ji 180 rûpelan pêk tê, jiyana 170 hunermend û 3 grûpên muzîkê hatiye nivîsandin. Ev pirtûka giranbuha û hêja ji bo dîroka bajarê Mêrdîn û hunermendên wê ked û berhemek pîroz e. Pirtûk bi zimanê Tirkî hatiye nivîsandin û ji bo wergera wê ya zimanê Kurdî jî xebat tên kirin.

Kesên ku bixwazin vê pirtûka hêja bidestxin, karin bi rêya vê telefonê xwe bigihînin birêz Ahmet ÇINARBAŞ.

0090 544 590 60 14

Em wek xebatkarên Lotikxanê kekê xwe Ahmet ÇINARBAŞ pîroz dikin û hêvîdarin wê kekê me ÇINARBAŞ berhemên din jî pêşkêşî çanda bajarê Mêrdînê bike.

About The Author