KCK dîsa lotikek kesanedî avêt

Li ser bext û wîjdanê ajansa ANF be, li gor ajansa ANF dibêje, KCK daxuyanîyek qerase di derbarê grevên birçîbûnê de derxistiye û qiyamet rakiriye.

KCK daxuyanîyek bi navê „Tenê rêyek ma, bilindkirina berxwedanê“ weşandiye. Di daxuyanîyê de bi dûdirêjî behsa rewşa girtîyan û helwesta hikûmeta AKP û Kasimpaşalî Receb tê kirin. Lê sosreta mezin, di dawîya daxuyanîyê de çend rêzên balkêş û kesanedî (gerçî gelek kes dibînin de werhasil) hatine nivîsandin.

Çi hatiye nivîsandin hûn zanin?

„Em bang li hemi kesên ku yekîtî û yekparîya Tirkiyê diparêzin dikin ku mil bidin milê gelê Kurd û li dijî faşîzmê hevkarîyê bipêşbixin“ filan û bêvan.

Ango, kesên ku yekîtî û yekparîya axa Tirkiyê diparêzin û naxwazin Tirkiye parçe bibe, bila li dijî faşîzma AKP piştgirîya gelê Kurd bikin!?

Wek tê zanîn, ji AKP, MHP, CHP û hemi partîyên Tirkan bigrin heta bi Konseya Ewlekarîya Netewî jî dibêjin „paraztina yekîtî û yekparîya Tirkiyê“ û sînorên dewleta Tirk diparêzin. Ji xwe ev xalek bingehîn ji xalên destûra bingehîn a dewleta Tirkiyê ye.

Ê qurbana çavê we bim, AKP û Kasimpaşalî Receb jî „yekîtî û yekparîya Tirkiyê“ diparêze babam, naxwe çima hûn şerê wî dikin?

Îcar em çi bêjin em jî nizanin. Em çi xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe bikin em jî nizanin. Gelo ma lê hêjaye ku keç û xortên Kurd li serê çiyan ji bo „yekîtî û yekparîya dewleta Tirkiyê“ bên kujtin? Gelo lê hêjaye ku di zindanên dewletê de keç û xortên me ji bo „yekîtî û yekparîya dewleta Tirkiyê“ têkevin grevên birçîbûnê û xwe bikujin? Ev çi şorba nîskê ye, çi pelûl e, çi tirşo ye?

Werhasilî kelam, xwedê aqilekî bide me Kurdên xwelîliser…

Xwedê me hedayet bike rebbî….

Enqere

Binerin:

http://www.anf.bz/index.php?rupel=nuce&nuceID=71339

About The Author