Xwedê bikim rast be û ne derew be

Li ser bextê rojnama Rûdaw be, dibêjin Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê civîyane û herdu meclîsan li hev kiriye ku xebata Desteya Bilind ya Kurdî xurt bikin, hêzek eskerî ya hevbeş ava bikin û ji alîyê siyasî ve jî daxwaza federalîzmê ji bo rojavayê Kurdistanê bikin.


Welle û bille ecêbek kesanedî ye..

Heke rast be li ser xêrê be û 101 carî pîroz û bimbarek be rebbî..

Wek tê zanîn, heta niha PYD ji bo rojavayê Kurdistanê tenê behsa qebûlkirina nasnameya Kurdî û mafên çandî dikir. Lê qet behsa federasyonê ne dikir. Li gora vê lihevhatin û lotikê, PYD jî wê ji bo federalîzmê bixebite û ev helwest jî helwest û lotikek ecêb û nû ye.

Axir û werhasil, hêvîdarim ev lotik rast be û rêxistinên Kurdên rojava êdî dev ji çîroka xweserîya demokratîk û lotikên dûrî aqilan berdin û berê xwe bidin federalîzm û piştre jî serxwebûnê.

De li ser xêrê be rebbî…

Xwedê mîrkut û helwesta Serok Barzanî ji ser serê wan kêm neke…

Qamişlo

About The Author