Aha îcar govenda rojava xweş û geş bû!

Piştî lihevhatina rêxistin û partîyên Kurdên rojava, pêşmergeyên qehreman bi heybeta xwe derbasî rojavayê Kurdistanê bû û hêvîyek mezin, hêvîya serketinê da Kurdan.

Piştî qebûlkirina daxwaza federasyonê û niha jî derbasbûna pêşmergeyên qehreman, êdî serketina Kurdên rojava nêzîk û ne dûr e.

Hêvîya me ji yezdanê mezin ku rojek berî rojekê desthilatdarîya Beşarko hilweşe û Kurd li rojavayê Kurdistanê jî herêmek federatîf, Kurdistana federal damezrînin.

About The Author