Elîko: ”Bi qesema navê xwedê ez heramzade me!”

Rojnamevan Mehmet Alî Bîrand ev 40 sal in li Tirkîyê rojnamevanî dike, 30 sal in bernameyên televîzyonan amade dike û li Tirkî bûye yek ji qeraseyên herî navdar.

Yê ku cara yekem bi serokê me yê erd û asîmanan re hevpeyvîn çêkir û wek ”Apo û PKK” weşand ew bû. Yek ji kêm rojnamevanên Tirkî ye ku bi Margaret Teatcher, Francois Mitterand û Yasir Arafat re hevdîtin çêkirine. Û wî ev gişt bi navê „rojnamevanê Tirk“ kirin.

Vêca di 71 salîya xwe de Mihemed Elîko li xwe mikur hat ku ew ji Paloya Elezîzê ye û ji xirekî Kurd e. Lê piştî 71 salan hê jî çaxê ew eslê xwe eşkere dike dibizdihê.

Xwedênehişto hê jî ditirse, sed sûndî dixwe ku Kurdîtî pê re nemaye, ew xalis û muxlis bûye Tirk û hêvîdar e ku Tirk ji heramzadeyî û şîrheramîya wî şik û gumanê nekin.

Ê lawo Elîko, tirsoneko, kezebqetîyayo, ma ez çi bêjime te? Hema tifûûû li te û yên ku tu kirine vî halî û hew!

 

About The Author