Ciwanên me lotikek pîroz avêtin

Belê, „Ciwanên Kurdistan“ xwe kirin tevger û navê „Tevgera Ciwanên Kurdistanê“ li xwe kirin. Ciwanên me dane dû rêbaza Barzanî yê nemir û tevgerek netewî-Kurdistanî ne. Ciwan pêşeroja me, pêşeroja Kurd û Kurdistanê ne. Ji zû de em ji hêvîya tevgerek netewî-Kurdistanî bûn. Va ciwanên me derketin hol û qada şerê netewî û lotikek pîroz avêtin.

Em bi navê endamên sererd û binerd yên Partî Demokratî Lotikxane vê lotika ciwanên xwe pîroz dikin. Hêvîdarin ewê ji rêbaza Barzanî, ango ji rêbaza Kurd û Kurdistanê şaş nebin, bi hestên netewî xwe bihûnin û tevbigerin.

—————–

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Me heta niha di çalakiyên xwe de navê „Ciwanên Kurdistan“ bikardianî. Ev navê netewî û giştî ji bo me bide nasîn têrê dikir. Lê ev navê watedar dibû sedemê şîroveyên cûda û pirsan.

Ji bo ku hemû kesên xwedî hêstên netewî û pirsgirêka netewî li pêşiya hemû tiştî digire bîne ziman navê „Kurdistan“ û ji bo dînamîzmê û pêre jî hişmendiyek nû bîne ziman me navê „Ciwan“ bikardianî.

Ev raveya gelemperî, ferasetek nû ya birêxistinbûnê temsîl dikir. Lê hin kesan vî tiştî wek „bêrêxistinbûnî“ fêm dikirin an jî dixwestin wer bidin fêm kirin. Lê em birêxistinbûn û me hertim birêxistinbûna xwe pêşve dibir.

Em li gorî ferasetên berê wateyek cûda li rêxistinbûnê dikin. Divê rêxistinbûn, cûdahiya kesan ji holê raneke. Di bin navê disiplînê mirovan mehkûmî ferman û talîmatan neke. Di navbera kesayetiya mirovan û berpirsyariya civakî de, pêwendiyek bidilî deyne. Em li gorî van armanca wateyek nû û demokratîk li rêxistinbûnê dikin.

Em di nav ciwanan de birêxistin dibin û me diyar kiribû ku em li ser rêbaza Mele Mistefa Barzanî ne. Ev tişt ji aliyê hin kesan ve hat şewşandin û dixwestin vî tiştî li gorî berjewendiyên xwe yên grûbî/partîcîtî bi kar bînin.

Hin partiyan -ku me bêrêxistin dihesibandin- pêşniyar kirin ku em tevlî partiya wan bibin. Hina jî gotin „Ew baskê ciwanan ya partiya me ne“ û propagandaya xwe kirin.

Me him ji bo raveyên xelet ên li ser xwe rakin û him jî ji bo pêşvebirina têkoşînê rêyên nû bikar bînin, di civîna ku me di 04.12.2012 de lidarxist, biryara tevgerbûnê girt û me navê xwe kir „Tevgera Ciwanên Kurdistan“.

Carekîdin diyar dikin ku em ne girêdayî tu partî û rêxistinane û em tevgerek netewî û nû ne.

Em diyar dikin ku emê nehêlin tu îdeolojî û bawerî têkeve pêşiya pirsgirêka netewî. Emê di rêya Mele Mistefa Barzanîyê ku bi hişmendî û pratîka xwe bûye nîşana têkoşîna netewî ya Kurdistan, bimeşin.

Bangî hemû ciwanên Kurdistanê ku xwedî hêstên netewî ne dikin ku tevlî têkoşînê bibin.

Tevgera Ciwanên Kurdistan

http://tevgeraciwanenkurdistan.blogspot.com/

 

About The Author