HÛN KAVIRÊN KÊ NE ?

Mecît mirovek dewlemend  tucarê pez bû, payîza gund bi gund digerîya kavirên nêr dikirî, berhev dikir û birê kaviran teslîmî şivanê xwe Elhemîd dikir. Elhemîd jî her bir radestî şivanên din dikir. Karê şivanan nerîn û xwedîkirina kavirên Mecît bûn.

Elhemîd li goma digerîya, rewşa kaviran raçav dikir, gor zanîna xwe li şivanên din şîret dikir. Dixwest kavirên wan rind bêne xwedî kirin û mêze kirin.

Rojekê dîsa Elhemîd çû gomê di nav kaviran de gerîya sehêt kir. Kavirekî ji nişkê ve xwe hilavêt ser pişta Elhemîd. Elhemîd bi deng got “ Erê erê nîhana Mecîto ne besbû îcar kavirên wî jî lê ne binin me , sûcê we nîne, êê  ez çima ewqas ceh bidim we. Hûn mafdarin binin min lo… “ werhasil.

Ev mesela me ye mixabin.

Me di her şert û mercî de gelek tolaz û pêxwas paraztin û xwedî kirin, niha rabûne li ser  me bûne boxe. Xayîntî û hevkarîya xwe nabînin, lê navê me dikin “ xayîn û tirşikçî “. De were neqehire û kirasê xwe neçirîne… Waweylêê wey bavoooo !

About The Author