Flaşş! Flaşşş! Û dîsa flaşşşş…!

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a bi navê „Kî Dike Kê“ xelkê wezîrê karê fahşîtî û cahşîtîyan İblîs Naîm Şahîn di ser kerekê de zeft kirine…


Nûçegîhanê ajansa Kî Dike Kê bi bi xalê Dewrêş re li ser vê bûyerê hevpeyvînek çêkir…
Nûçegîhan: Xalo rojbaş!
Xalê Dewrêş: Ehlen ser çava xwarzê…
Nûçegîhan: Xalo tê gotin ku te İblîs Naîm Şahîn di ser kerê de zevt kirîye. Rast e gelo?
Xalê Dewrêş: Ev hatîye serê me gişa loo, Zêde nedin ser pişta rebeno. Qey jinikê ew pihên kirîye û di nav destê wî de maye, lewma jî kes nedîye çûye agirê xwe bi feqîra kerê vemirandîye. Ev çalakîyeke pêgirtonîk e.
Nûçegîhan: Xalo, bi rastî jî te bi çavê xwe dît?
Xalê Dewrêş: Bi serê te lo. Ha wisa li paş kerê sekinîbû, şeqên wê ji hev fireh kiribû, kevirek jî dabû ber lingên xwe û bi awayekî melodîk diçû û dihat. Ez ne şaş bim, di ber re stranek jî digot…
Nûçegîhan: Tê bîra te gelo? Kîjan stran bû?
Xalê Dewrêş: Temam temam hate bîra min. Strana Rehmetîyê Ciwan Haco ya ku dibêje, „Sê cara wê maç da min, sê cara wê lêv da min, sê cara wê dest da min, kubar kubar kubarê… Erê erê ev stran bû…
Nûçegîhan: Wî tu dîtî yan na?
Xalê Dewrêş: Welle herçiqas min xwe jê veşart jî, ez dîm.
Nûçegîhan: Ne go çi?
Xalê Dewrêş: Go were em bi hev re vê çalakîyê pêk bînin. Dor bi dor… Ewil tu ji min re bi serî bigrî, dû re jî ez ê ji te re bi serî bigrim. Û bi Xwedê me her yekî fîşek pê de teqand û me xatir ji hev xwest.
Nûçegîhan: Ma tu temî nekir, ne go ji kesî re venebêje?
Xale Dewrêş: Ma bi Xwedê go ji kesî re nebêje, lê ji bo doza Kurd û Kurdistan dibê bênamûsên wiha bên deşîfrekirin…
Nûçegîhan: Spas dikim xalo.
Xalê Dewrêş: Wey di nav spasê de biçerixe…

About The Author