Em ne birayên hev in

Em û ”tirk” ne birayên hev in û em tu carî jî nebûne birayên hev.

Em û ”tirk” ne birayên hev in û em tu carî jî nebûne birayên hev. Heya piştî nîveka salên 1900 jî mîna gel û çand û dan û stendina di navbera du gelan de, bi tu reng û awayî di navbera me û tirkan de têkiliyek nebûye. Li gel vê rastiyê jî, serê gotinê binê gotinê ”ev hezar sal in em di nav hev de dijîn, me qîz dane qîz girtine, em bûne mîna goşt û neynok” na ezbenî, heya salên dema serokwezîriya Îsmet Înonî jî, tiştek bi vî rengî nebûye. Piştî wê jî tiştên bûne, bi darê zorê bûne, bi gotinên mîna ”kurdên bi dûvik” piçûkxistin û pêlîstin bûne.

Têkiliyên me û tirkan herî zêde di demên şer de bûne. Ji Şerê Selçûkiyan a li dijî Bîzansiyan bigire (1071), heya şerê Osmaniyan û Sefawiyan (1514), Şerê Rizgariyê (1919-1922), Şerê Çeneqelê (1915-1916), Şerê Qoreyê (1950), Şerê Qibrisê (1974) Di van hemû şeran de kurd hatine bikaranîn û tirkan ew di eniyên pêş de dane şerkirin. Em bi tenê çeka li destê wan, mertalên li pêşiya wan bûne, kîjan biratî?!

Heya destpêka salên 1800î jî, ji bilî şeran û hin têkiliyên dîplomatîkî di navbera mîr û begên kurdan û yên tirkan de, mirîşkeka Osmaniyan jî neketiye nav mirîşkên kurdan bi hev re qupe qupê nekirine. Piştî Osmanî li Balkanan têk çûn, neçar man û berê xwe ji aliyê rojava ber bi rojhilat ve kirin û bac û leşker ji kurdan xwestin, wê demê şer û serîhildan rû dan, lewra heya wê demê jî kurdan ne bac dane û ne jî leşker dane Osmaniyan, ji bilî di du şerên grîng de alîkariya wan kirine, lê bi xwegirêdan û qanûnekê û sîstematîk leşker nedane Osmaniyan.

Heya dema têkçûna Osmaniyan û hewldanên avakirina tiştek nû li ser kavilên Osmaniyan (ku hîn ne diyar bû dê bibe komar an tiştek din, lewra biryara komarê di şevek de hat dayîn) şer û pevçûn û serîhildan bûn, em wiha têkil dibûn, ne bi rengek din. Piştre Kazim Karabekir ji Kemal Atatirk re xeberê dişîne ku ”Yên herî kêm di bin bandora Osmaniyan de mane kurd in. Eger em desteka kurdan negirin, ne pêkan e em bi ser bikevin.” Piştî vê nameyê Atatirk diçe Kurdistanê kongreyan li dar dixe. Heya wê demê jî ji xwe Atatirk kurdan nas jî nake û efserekî Osmaniyan e. Ji xwe piştre Kazim Karabekir jî mîna xayîn hat îlankirin.

Piştî ku Îsmet Înonî diçe li Kurdistanê digere û raporek amade dike ku bi taybet ji bo Ezirganê dibêje ”eger tedbîrek neyê girtin, ev bajêr ji destê me çûye.” heman tiştî ji bo Bilîsê, Amedê û gelek bajar û navçeyên din jî dibêje di rapora xwe de û pêşniyaza qirkirin, sirgûn û bicîkirina ”tirkan” li bajarên kurdan dike. Ev polîtîka, piştî wê raporê dikevin dewrê ku ev jî piştî salên 1930î ne. Heya destpêka salên 1960î jî, têkiliya kurdan û tirkan bi tenê ji qereqolan û hin mamûrên dewletê ku dihatin ji xelkê xûgî dixwarin dihat pê. Bi taybet jî, kengî ku ciwanên kurd ji bo xwendinê çûne bajarên tirkan, mîna Stenbol û Enqereyê, wê demê mirov dikare bêje ku hin têkilî çê bûn. Ez ê bêjim mixabin ku hin ciwanên me jî bi tirkan re hîn wê demê zewicîn lewre ji xwe re mîna serbilindî û xwegihiştina sîstemê didîtin û zarokên xwe jî bi zimanê diya wan mezin dikirin ku gelek wisan jî wenda bûn di nav dîrokê de, niha êdî tirk in. Di dema Înonî de bi taybet hin tirk anîn li navçe û bajarên kurdan bi cî kirin ku ew jî piştre bi giranî yan di nav kurdan de mehiyan yan jî revîn çûn bajarên tirkan car din.

Beriya vê tiştek tune bû? Belê; kurd dihatine sirgûnkirin. Piştî her serîhildanekê, kurd dihatine sirgûnkirin. Yên dihatine kuştin, yên dihatine girtin û yên dihatine sirgûnkirin. Yên sirgûnkirî, dişandine bajarên tirkan, lê ew jî di nav xwe de îzole diman, têkiliyeke wan raste rast bi civaka tirk re çênedibû, lewra civaka tirk jî bi çavek nebaş li wan ên bi sirgûn şandine dinihêrîn. Hin ji yên sirgûnkirî piştî demekê vegeriyan warên xwe, hinek çûne binxetê û hinek jî çûne Ewropayê.

Dîsa di nav periyodeke 400 salî de, kurd bi sedemên cuda şandine Anadoliya Navîn û hin ji wan jî bi xwe çûn, xwe li xizm û nasên xwe girtin. Lê ew jî îzole man ku ji ber wê jî karîn ziman û çanda xwe biparêzin. Heya ku xortên wan jî êdî xwendin û ji bo zanîngehê çûne bajarên mezin, wê demê asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê pir aşkere xwe di nav wan de jî nîşan da.

Ev rastî, ne tenê ji bo kurdên ku şandine Anatoliyê derbas dibe. Xortên kurd ku ji bo xwendinê çûn metropolan hema bêje hemî jî, xwe li tirkî girtin û ji ber vê jî dema dihatin bajarên xwe, fortan davêtin. Hele ku bi tirkek re jî zewicîbin êdî şûr simbêlên wan nedibirî.

Kurt û kurmancî; me zimanê xwe, ji ber ku têkiliyek me û tirkan bi hev re nebûye karîye biparêzin. Mixabin jî heya niha kesî balê nekişandiye ser vê rastiyê û me her gotiye ku ”me zimanê xwe parastiye” û me vê ji xwe re kiriye serbilindiyekê, sînga xwe pê werimandiye. Lê me nexwestiye bibînin ku çi dema, hema hinek jî têkiliyên me bi civaka tirk re an bi sîstema wan re bûye, me di cî de jî kariye xwe ji bîr bikin û vê li nav civaka xwe jî bi destê xwe belav bikin!.. Salên 70 û 80’ yan pir baş tên bîra min. Yên ji Farqînê ku ji bo xwendinê diçûne metropolan, bi çi rengî vedigeriyan. Yên di temenê min de û ji min mezintir ku em xwe nexapînin, bila her kesek bajarê xwe, navçeya xwe, gundê xwe bîne bîra xwe, dê rastiya ku hatiye şolîkirin, zelal bibe.

Bi gotineke din, me ne ji ber zanebûn, têkoşîn û berxwedêriya xwe zimanê xwe kariye biparêzin, mixabin. Lê me ji ber ku têkiliya me bi sîstemê û civaka tirk re nebûye, kariye xwe û zimanê xwe biparêzin. Kengî ku têkiliyek bûye, malxerabî û kambaxî jî pê re destpêkiriye. Me ji kujerên xwe pir zû hez kiriye û vîrusa asîmîlasyon û otoasîmîlasyonê bi destê van têkildarên civak û sîstema tirk hatiye belavkirin. Hîn jî tiştek neguheriye ya rastî, lê ev mijareke din e.

Niha dema mirov li van rastiyên dîrokî û civakî baş dinihêre, dibîne ku her cure têkiliya me ya bi tirkan û sîstema wan re, bûye sedema mirin, kuştin, girtin, sirgûnkirin û mehandin û tunkirina me. Bi gotinek din, me tu carî di tu cure têkiliyên xwe û tirkan de karek nekiriye û xêrek jê nediye; me her zirarê dîtiye û her pê li pişta me hatiye kirin û tirk bi çanda xwe, bi folklora xwe, bi muzîka xwe, bi zimanê xwe, bi dewlemendiya xwe ya sererd û binerd û bi parastina welatê xwe jî, li ser pişta me bilind bûne.

Ya ku mirov nikare daqurtîne û sedema esasî ya vê nivîsê jî ew e ku, li gel van rastiyan jî, yên halîhazir rêberiya civaka kurd dikin bi xwe jî heman gotina dijminan bikar tînin ku ”em hezar sal in bûne mîna goşt û neynok, em birayên hev in” Na ji bo Xweda, em ne birayên hev in, em tu carî nebûne birayên hev. Çima û çewa li gel van rastiyên li jor hatine nivîsîn jî hûn dikarin van gotinan bêjin, bibine navgînên van manîpuilasyonan, van derewan? Li ser navê çi? Ji bo çi?

Ez ne li dijî têkiliyan û biratiyê me jî, lê ma bi vî rengî, li ser bingeha manîpulasyon û derewan biratî, an têkiliyeke rast dikare bê avakirin gelo? Dawiya her manîpulasyon û derewî ne malxerabî ye û dê ev jî wiha nebe gelo? Va ji îroj ve ne diyar e ku li ser bingeha derew û manîpulasyonan nikare tu tiştekî rast bê avakirin û şîn bibe?! Baş e çima?! Ma hûn nabînin ku yek ji sedema herî bingehîn a vê harbûna wan ew e ku naxwazin çek û mertalên xwe wenda bikin, bi vê tirsê ev êrîş têne kirin.

Eger di daxwaza avakirina têkiliyeke rast û biratiya gelan de durustî û rastiyek heye, wê demê beriya her tiştî divê kurd û piştre jî demokratên tirk ên giyana wan paqijtir maye, divê her têkiliya ku li ser vê bingehê hatiye avakirin red bike û xerab bike, li ser navê tu tiştekî jî van manîpulasyonan neparêze, ji bo bikaribe li ser bingeheke rast û wekhevî têkiliyek ava bike. Di encam de ev têkilî dê bikaribe veguheze biratiyê an na, dê ew jî dem nîşan bide.

Amidakurd

About The Author