Pêxemberê Şehwetê

Mêr devê xwe xist guhê jinê, got, “Ez kî me?”

Jin ji ser hişê xwe ve çûbû. Bi cizbê ketibû. Mîna çivîkeke brîndar di bin bedena mêr de dilerizî, diperpitî. Bi zorê bêhn dida û distend. Wechê wê guherîbû, rengekî bihuştî li ser wechê wê kon vegirtibû. Çavên wê wek du lonkizan şewq jê diçûn, diçûrisandin. Lêvên wê bi awayekî ricifokî li hev ketin û bi lihevketina lêvan re çav hatin girtin, got, “Tu… Tu… Tu pêxemberê şehwetê yî!”

Mêr bi bişirîn û bi şehweteke bêpîvan zimanê xwe bi dora gerdana wê da. Lêvên wê di nav lêvên xwe de guvaşt, bêhn li wê çikand. Şehweta ku ji inîya mêr diza, li hev kom dibû û çipik çipik diniqutî nav memikên gulover î stewyayî…

Jinê bi wê xwêdana tijeşehwet û pîrozwer destmêj girt. Çav lê qulipîn, ziman bi zorê gerîya, lêv bi awayekî lerzokî li hev ketin, peyv li xwe ecêbmayî pekîyan ji nav lêvan…

“Eşhedu en la îlahe îllallah we eşhedu enne Muhammeden resûlullah“

Jinê hewl da ku peyva xwe bidomîne, lê ziman lal bû; deng jê derneket. Mêr devê xwe xist guhê wê, got, “Hişşş! Tenê xwe ji min re azad berde…”
Jin nepeyivî, tenê hevokeke kin ji nav lêvên wê pekîya, got, “Heke tu yê min bisekinînî, bi devê xwe bisekinîne…”

Mêr ew neşkenand û lêvên xwe li lêvên wê şidandin. Guvaşt û hey guvaşt. Herdu bedenan xwe li hev pêçabûn mîna du marên hatibin gon. Heta berî vê kêlîyê jî, herdu beden nîv bûn û li nîvê xwe yî din digerîyan. Hev dîtibûn û hev temam kiribûn.

Ev nedişibîya berê û ew ê neşibîya sibê jî…

Jinê destên xwe di nav porê mêr re derbas kir, ew piçekî din ber bi xwe ve kişand, ew bi xwe ve şidand. Û bi awayekî jihişçûyî ew ramûsand. Jê têr nedibû. Tahm û ekla tenê wî nedişibîya tu tahm û eklan. Tîp û deng û peyv û hevokên ku heta wê rojê di tûrikê xwe de dabûn ser hev, ji bo ravekirina vê tahm û eklê têrê nedikir. Çiqas hewl dida xwe jî, nikarîbû ew tahm û ekl bianîya zimên; lewre berê hîç tahm nekiribû…

Jinê xwe li bedena mêr pêça; ew bi xwe ve zeliqand, eciqand, guvaşt. Kesereke kûr ji nava kezebê kişand. Niquteke ji wê xwêdana ku ji şehwetê zabû niqutî nav lêvên jinê. Zimanê xwe bi dora lêvên xwe xist û bi dengekî fetsok li çavên mêr nêrî, got, “Tu ji ku hatî? Kê tu şandî? Ji bo ez vê şad û bextewarîyê heq bikim, min çi kir?

Mêr inîya wê maçî kir, pişt re jî, ji binê lingên wê heta nav porê wê seranserî bedena wê ya genimî û hinguvîn geh bi zimanê xwe geh jî bi lêvên xwe ramûsand, alast. Devê xwe kir guhê wê, nermika guhê wê di nav lêvên xwe de mizda, got, “Hişşşş! Ez pêxemberê şehwetê me! Tu ji alî Xwedayê mezin ve hatî hilbijartin. Ezê te bi ava xwe ya pîrozwer pîroz bikim. Ez ê te bi ava şehwetê bişom, da ku Xwedawendîya te were cîh. Ma tu nizanî, Xwedawend pîroz in, lewma jî Xwedayê mezin ji bo şad û bextewarîya te ez afirandim û şandim nig te…!”

Jin dilerizî, hêsir wek çipikên baranê ji çavên wê diniqutîn. Ji îskeîskê ziman nedigerîya. Xwezîya xwe daqurtand, got, “Çima nuha? Ma te nizanîbû ez her tenê me û her li hêvîya te bûm?”

Mêr sînga xwe bi pêsîrên wê ve zeliqand, got, “Belê, hayê Xwedayê mezin ji te û tenêtîya te hebû, lê hîna wext nehatibû. Ji roja ku tu ji dayik bûyî, tu li min digerîya yî, tu her û her diqîrîya yî. Xwedayê mezin li benda demeke rast bû, ne ku dengê te nedibihîst, dengê te, qîrîna te her û her di guhên wî de olan dida. Lê her tişt di wextê xwe de xweş bû, lewma jî li benda wextê bû û ew wext hat û ez li vir im, nuha li nig te me. Ez ê te fêrî tahm û eklên efsûnî bikim ku heta nuha tu kesî ne nas kiriye, ne jî tahm kiriye. Naskirina vê tahmê tenê ji bo kesên pîrozwer tê bexşandin û ez vê erkê bicîh tînim. Tu pîrozwer î! Tu ji alî Xwedayê mezin ve hatî hilbijartin! Tu ji nuha şûn de Xwedawend î, ez jî pêxemberê te yê şehwetê!”

Jin bi gûman li gotinên mêr difikirî. Tirseke bê wate dil û bedena wê dîl girtibû. Mêr fahm kir ku jin dike hişê xwe wenda bike, şeple pê keve, dîn bibe. Devê xwe kir guhê wê, got, “Hişşş be û netirse! Tenê xwe ji min re azad berde! Bi hezkirineke bêpîvan, bi hesreteke bêpîvan, bi bêrîyeke bêpîvan ez ê te li ser basikên hestan kim û te ber bi bihuşta şehwetê ve bifirînim.”
Ji şehweta wê kêlîyê, cizb bi cizbê ketibû. Hîs û hestên ku heta wê kêlîyê nenas, xwe bi jinê dabûn naskirin.

Jin li ser baskên şehwetê ber bi azadîyê ve difirîya…

Jin guherî, bû yeke din. Têkilîya wê ji berê, ji rabirdûya wê hat birîn. Êdî ji bo wê berê tune bû, tenê li kêlîya tê de difikirî. Sibe jî hîna nehatibû…

Jin jî, mêr jî baş zanîbûn ku li sibê bifikirin, ew ê îroj jî ji dest wan here, lewre ne ew ji rêzê bûn, ne jî hez û eşq û şehweta ji herdu bedenan difûrîya…

Mêr hêdî hêdî xwe şemitand binya lingên jinê. Jin li ser piştê veketî, mêr li binya lingên wê li ser qûnê rûniştî, bi awayekî şehwetîk tilîyên lingên wê yek bi yek miz dida, dimêt, dialast. Jin di nav lepên mêr de mîna çivîkeke baskokirî diperbitî. Girêza ji nav devê mêr diherikî nav tilîyên jinê, wek ava şurikeke ji baranên nîsanê ji nav tilîyan jî xwe li nav çîpên wê girtibû û mîna marekî teyar disûrikî. Ew girêza ku li ser çîpan ber bi newala qudretê ve diherikî, mîna agirekî xweştîn ku mirov di sermê de xwe dide ber, dil û hinav û hestên wê germ dikirin. Girêza ji devê mêr diherike û avika ku ji şehweta wê kêlîyê di newala qudretê de dizê, xwe li paytexta şehwetê dighînin hev. Mêr jî, jin jî ji ser hişê xwe ve diherin. Nalenal û axûwaxa wan li hundirê odê olan dide. Şev guhê xwe digre ji ber qîrîn û axûwaxa wê şehwetê…

Mêr hêdî hêdî ji tilîyên lingan ber bi newala qudretê ve dibeze. Ziman li ser çîpan bi awayekî aheng digere, direqise. Xwe li ku diqewimîne, ew der ji wê girêza şehwetîk şilûpil dibe. Ew şilûpilî bedena jinê ditevizîne, dişewitîne.

Jin bi her awayî xwe radestî mêr dike.

Dema ku ziman xwe digihîne newala qudretê, qîrîneke ku kerran jî di xew de bi xwe dihisîne, ji nav lêvên jinê dertê û li her derê olan dide. Ew mûyên tenikî li ser bedena genimî ku bi zorê xuya dibûn, bi şehweta wê kêlîyê giş sar û cit sekinin. Ew bedena genimî ya şahîkî qeymêxî, ji wê şehwetê bû wek ser pişta erdekî nuhcotkirî…

Mêr mîna marekî xwe li bedena jinê gerand û rapelikî jor. Jinê herdu çîpên xwe li nava mêr pêça û bi herdu destan mêr li xwe şidand. Ji binê lingên wan heta nav porê wan xwêdan diherikî. Êdî bi her awayî bûbûn yek, yekbeden.

Jixwe ruh berî bedanan xwe gîhandibûn hev, beden jî bûbûn yek. Erka îlahî hatibû cîh…
Jin di nav lepên mêr de diperpite. Dilê wê xwe li qefesê qewimandîye, dide çargav. Şehwet û daxwazeke bêpîvan ew dîl girtîye. Çavên xwe li ser bedena mêr digerîne. Ziman di nav wan lêvên ku ji şehwetê werimîne bi zorê digere, deng tenê xwe digihîne Xwedayê mezin;
“Ya Rebbî! Ma wekî din ez ê çi bixwazim. Piştî vê kêlîyê emanetê xwe bistîne, ez qebûl im. Ji vê qonaxê wê de tu qonax tune. Ruhê min bistîne, bistîne…!”

Şewqa bedena mêr a esmerî li ser bedena jinê ya genimî kon vedigre. Herdu beden hînî hev dibin, bi ser hev de dîn dibin…

Mêr bê rawestan û bi hemû rengên şehwetê, mîna cotkarek erdê xwe yê beyar cot bike, her cot dikir. Hew Xwedê zane bê di wê kêlîyê de çend caran qîrîn bi jinê ket; jin çend caran mir û ji nû ve vejîya…

Wê kêlîyê,
Jin bi cizbê ket…
Mêr bi cizbê ket…
Hest bi cizbê ketin…
Şehwet bi cizbê ket…
Cizb bi cizbê ket…

Jinê dîsa çavên xwe girtin û bi bergerîn got, “Ya Rebbî! Piştî vê kêlîyê ruhê min bistîne!”

Jin û mêr bi hevşabûneke dûrî aqilan bi hev şa dibûn. Xwêdan wek şurikê ji wan diherikî. Êdî hindik mabû jin di nav lepên mêr de can bide.
Jin bi bergerîn careke din qîrîya. “Êdî were… Êdî were… Te ez kuştim, êdî were…!”

Piştî qîrîna jinê bi kêlîyekê barînî bi mêr ket. Bi barîna mêr re, jin qîrîya û hêsir ji çavan hatin xwarê. Mêr bi dev li ser jinê veket. Jin, bi şewata wê şehwetê kîderê mêr ket ber wê, gez kir. Barîna mêr û qîrîna jinê bêdengîya şevê ji bêdengîyê rizgar kir.

Ezman lerizî…
Stêrkan ji bedewî û ronahîya xwe şerm kirin…
Heyvê dilê xwe bi xwe şewitand…
Tav ji şehweta şevê wê rojê dereng hilat…

Jinê paşîyê xwe da mêr, mêr ji paş ve ew himbêz kir. Çongên xwe kişandin zikê xwe. Mêr porê wê ji paş ve da alî û şahna ku heta wê kêlîyê jî kes bi tenêtîya wê nehisîyabû maçî kir. Jin xwe piçekî din bi mêr ve zeliqnd. Lêvikên wê ji şad û bextewarîya wê kêlîyê bi zorê li hev ketin, got,“Gelo ev tiştên ku em dijîn rast in an xeyal in? Em in ên xeyal an ên din? Heke ev rast bin, tiştên ku me berê jîya çibû?”

Mêr bi bişirîn şahna paş stuyê wê ramûsa û devê xwe kir guhê wê, got, “Yên rastîn em in. Tiştên ku em dijîn in. Xewn jî, xeyal jî ew in, lewre ji vê zewq û şehwet û bextewarîyê mahrûm in.”

Jin di himbêza mêr de bû wek lepekê. Mêr ew di himbêza xwe de stirand; devê xwe kir guhê wê, got, “Were ez te di dergûşa dilê xwe de, li ber lorînên zimanê jibîrbuyî bihejînim û têxim xew!”

Bi bextewarîyeke bêpîvan çavên jinê çûn ser hev; jin bi hemû aramî, bextewarî û kêfxweşîya wê şevê xwe radestî xewa şêrîn kir…

Her kî, ji bextewarîyê hesêb bipirse û bixwaze ji bextewarîyê bextwarîyeke din biafirîne, ew ê ji alî Xwedayê mezin ve bê nahletkirin…

Her kî, hewl bide xwe, da ku bextewarî û şehwetê kedî bike, kurm ê hestên wan kurmî bike û hew tiştekî hîs dike…

Her kî, vê hezê, vê eşqê, vê hestê, vê şehwetê astnizm bike, pîrozwerîya wî/wê namîne û ew ê vegere hestên xwe yên Ademî…

Her kî, ji şeraba vê şehwetê vexwe û bireve, ew ê her û her tî be, birçî be…
Her kî, piştî vê şad û bextewarî û şehwetê çavê xwe li tiştik miştikên Ademî bigerîne, li herdu hêla jî nasitire…

Sedeqallahulezîm!

Bi banga melê re jinê çavên xwe ji xewê vekirin. Çawa çavên xwe vekirin, destê xwe yê çepê dirîjî hêla xwe ya çepê kir, lê hêla wê ya çepê vikîvala bû. Li ayetên pîroz fikirî û bû îskeîska wê. Ji çavê wê yê çepê tenê hêsirek niqutî ser gepa wê…

Destê wê yê rastê li ser hêla sînga wê ya çepê, destê wê yê çepê jî li hêla wê ya çepê… Ne deng ji sînga wê hat, ne jî ji hêla wê ya çepê…

About The Author