Ezê heta roja qiyametê nalet û nefretê li wan bînim!

Dibêjin carekê Xwedê ji Cibra-îl re gotiye: Ka em biçin ser erdê, hinekî bigerin, bê ka rewş û halê xelkê çiye, û erd çi lêhatiye. Cibra-îl û çend milyaketên din dan dora Xwedê û ji ezmanê heftan berbi erdê ve daketin! pêşî riya wan bi Emerîka dikeve, Xwedê ji ciwanî û sibehîbûna wê, ji siruşt û bilindahiya avahiyên wê matmayî dimîne.

Xwedê ji Cibra-îl dipirse: Evder ku ye?

Cibra-îl li Xwedê vedigerîne: Xwedayê min, vir Emerîka ye, reşkên Efrîqyayê û sipîyên Ewrûpayê li vir civyane û vir ewqas ciwan û xweşik avakirine!

Xwedê ji Cibra-îl û milyaketên pêre got: ne ezê hîn bêtir bidim vî miletê ku erda min, ewqas xweşik kiriye! Camêran ji wir hatin ser Ewrûpayê. Ma yabo ne wek me bi firoke yan bi turumpêlan digeryan, ku bi mehan bi rêde bimînin, hema bêjin filan cî, wê li wî cihî bin!

Dibêjin carekê yekî Aşîtî û yekî Xerbî li ber stirîkî agûlê rûniştîbûn, yê Xerbî ji yê Aşîtî dipirse: kuro ma Xwedê çilo ev stirî, wilo tûûûj kirine looo? yê Aşîtî dibêjê: Hak çi bê aqil î! Ma Xwedê weke min û te ye, go tûj, tûj.


Ez serê we nêşînim, Xwedê li Ewrûpa çi bibîne û çi nebîne! ji Birca Îvil, Golên avê li Swîsrayê, Baxên çêlekan li Holandayê, Otobanên li Elmanya, bostek bê keskayî li wir nedihat dîtin.

Xwedê pirsî: Erê, vir kuye? Cibra-îl got: Xwedayê mezin! vir ewrûpî ne, ewrûpîîîî! car-carna Xwedê wa dizanî ku di nav buhişta xwe de ye, ewqas ew dever û cî bi dilê wî bû û hezkirina wê bê sînor dima!

Xwedê bi kêf ji Cibra-îl re got: Ez bi qesema erd û ezmanên ku min çêkirî, ezê hîn ewqasî din bidim van xelk û miletan! ma ciqasî ez bidim wan hêjane! Xwedê bi kêf û eşq bû û di dilê xwe de digot: ez ji cihekî diçim cihekî xweştir!

Xwedayê mezin û cemaata xwe qulipîn bi aliyê Rojhilata Navîn de, li ber çavên wan bû rewrewk û dûman, di wê qiçqiça havînê de, xwêdan bi eniyên wan ketiye. Xwedê çiqas çavên xwe difirkîne, nafirkîne, dibêje belkî ev tiştê dibîne, rewrewk û xeyal be, lê her ku nêzîkî navçeyê dibin eşkere dibe ku ev dîtin rastî ye, ne xewn e, erdeke rût, gundên kavil, bajarên wêrankirî, teq-teqa tank, top û fîşekan, gurmîna firoke û rokêtan e!

Xwedê bi dilekî teng ji Cibra-îl dipirse: vir kuye? Cibra-îl bersiv dide: Ez benî, vir cihê Ereb, Kurd, Tirk û Firs e! cihê diktatoran e!

Xwedê serê xwe dihejîne û dibêje: Ji roja ku min dinya xuliqandiye, çêkiriye, afirandiye, van hov û bêmejiyan yek îş û kar têde nekirine, wek xwe maye…ezê heta roja qiyametê nalet û nefretê li wan bînim! êdî ji qahra, Xwedê gera xwe berdewam nekir û vegeriya ezmana!

About The Author