Ez çima beşdarî merasima Elçî nebûm û ez neçûm ser gora wî?

Şerafeddîn Elçî, di 25. 12. 2012-an de çû ser dilovaniya xwe. Bila serê malbat û hevalên wî sax be.
Ez û Elçî dost bûn; em dostên hev yên kevn bûn. Em di dema Derbaya Leşkerî ya 12-ê Adara 1971-an de bi hev re hepis razan. Me bi hev re partî ava kir.
Lê ez beşdarî  rewresma wî nebûm û neçûm ser gora wî.
Gelek dost û hevalên min dipirsin ku ez çima beşdarî rewresma wî nebûm û ez neçûm ser mezelê Elçî.
Min bi devkî gelek hevalên xwe agahdar û ronî kir. Lê wûsa xuya dike ku raya giştî jî li benda daxuyaniya min e.  Loma jî min xest ku di derbarê vê pirsê de raya giştî agahdar bikim.
*****
Roja ku Şerafeddîn Elçi çû ser dilovaniya xwe, li Stenbolê di A Kanalê de ez beşdarî bernameya Mesaya Siyasetê bûm. Dema bernameyê dest pê kir, em li ser jiyana Elçî rawestiyan.
Bernameçêker di destpêkê de ji bona min û malbata Elçî sersaxî xwest. Diyar kir ku ez û Elçi dostên hev in û di hemandem de em hevalên xebata siyasî û kurdîtî bûn.
Girêdayî vê pirsê min diyar kir ku „rast e em dost bûn. Em hevalên hevûdu yên hepsê nî. Me bi hevre gelek xebat meşandin. Me bi hev re parti, Partiya Kîtlewî ya Demokratîk ava kir. Lê hezar mixabin di demên dawî de dostaniya me qediya.“
Min pişt re sedema vê yekê diyar kir. Min li ser jiyan û xebata wî şirovekek kir. Ev şiroveyên min sedema ku ez çima beşdarî rewresma Elçî nebûm, îzah dikir.
Min wûsa got:
Wek ji aliyê raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê ve  te zanîn ku ez û Elçî em dostên hevûdu bûn. Me bi hev re gelek xebatên girîng jî meşandin. Lê hezar mixabin di van demên dawî  de dostaniya me qediya.
Ez dixwazim pêşî li ser vê pirsê rawestim. Pişt re jî bi tevayî di derbarê Elçî de ez dixwazim bîrûreyên xwe diyar bikim.
Wek tê zanîn li Bakûrê Kurdistanê ji derveyî PKK/BDPê partiyek kîtlewî tûne ye. PKK/BDPê jî ji bona Tevgera Bakûrê Kurdistanê û gelê kurd xeteriyek e. Heta nûha partiyên ava bibûn û partiyê heyî jî, bersîva hewcedariya Tevgera Bakûrê Kurdistanê nade.
Loma beriya hilbijartina giştî, me gelek grubên siyasî û siyasetvanên kurd biryar dabû, ku em partiyek nû ya merkezî ya kurdistanî ava bikin. Ji bona vê xebatên me dest pê kiribûn.
Yên ku ev xebatan dimeşandin: Bizava Partiya Kurdistanê, Demokratên Şoreşger, KADEP, Lêgerîn, Gruba Dîyalogê ya Dîcleyê û Firateyê bûn.
Bi taybetî jî Elçî bi xwe daxwaz  û pêşniyar kiribû ku em dest bi xebatê bikin.
Ev xebata me hatibû merheleyek girîng. Ji bona partiyek nû protokolek îmza bibû û li ser pîvanên programê jî di gelek xalan de lihevkirin jî pêk hatibû.
Di vê merheleyê de me bihîst ku BDPê ji Elçî re pêşniyar kiriye, ku bibe namzetê parlamentoyê. Lê hezar mixabin heta merhelaya dawî hevalên wî di civînan de diyar kirin ku rastiyek wûsa tûne ye. Lê roja dawî me zanî ku Elçî bûye namzet.
Namzetiya Elçî bû sedem ku xebata partiya nû bê rawestandin.
Ev bûyera gelek girîng bû. Ev mudaxaleyek gelek bi plan bû. PKK/BDPê xwest ku pêşiya partiyek nû bigre. Ji raya giştî ya Tirkiyeyê û dinyayê re bibêje ku „ji derveyî min mûxalefet li Bakûrê Kurdistanê tûne ye.“
Wek tê zanîn ku Elçî di wê rê de bû ku PKKê ji aliyê dewletê de ava bûye; partiyek kurdkûj,  faşîzan e.
Hezar mixabin Elçî di çarçeweya konsepta PKKê û Ocalan de propagandaya hilbijartinê meşand. Di bin ala PKKê û wêneya Ocalanî de qempenya ya xwe meşand.
Di wê merheleyê derket holê ku ew namzetê Ocalanî yê taybet e. Lewra xeterî hebû ku PKKêyî deng nedin Elçî. Berpirsiyarên PKKê bi taybetî civîn çêkirin û ew pozisyona Elçî ji PKKêkiyan re diyar kirin. Ev yeka bi xwe jî gelek manîdar bû. Lewra Ocalanî raste rast bir dewleta kûr re xwediyê pêwendiyê ye.
Ev yeka jî, jî aliyê her kesî de tê zanîn.
Piştî ku Elçî bû wekîlê Ocalanî, nehat hesabê wî ku bikeve nav Gruba BDPê. Lewra Elçî her dem di xebat û tevgera xwe de berjewendiya xwe dixe navendê.
Lê dîsa jî nikarî derkeve derveyî kontrola PKK/BDPê.
Ev helwesta wî jî di pirsa înfazên PKKê de gelek vekirî derket holê.
Elçî piştî ku min, Kemal Bûrkayî, Umît Firatî li Meclîsê di derbarê înfaz û kûştinên PKKê de agahdarî da, di amade kirina Dîktatoriya 12ê Îlonê de ji rola PKKê qal kir; Elçî PKKê bi awayekî xerab parast. Got ku „PKKê ji dervayî xayinan kurd nekûştine.“
Ev tespîta bi xwe jî gelek xerab û sucek bû.
Lê ev nêrînên rast nebûn. Lewra baş tê zanîn ku PKKê bi hezaran kurdperwer, axa, mîr, serok eşîr kûşt. PKKê bes li Bakûrê Kurdistanê ne, li hemû beşên Kurdistanê kurd kuştin.
Baş tê zanîn ku PKKê li Başûrê Kurdistanê 3500 pêşmerge kûştiye.
PKKê ji dervayî kurdan gelek sosyalîstên tirkan jî kûştin. Her kes baş dizane ku dema PKKê Ferîd Ûzûnî, Çetîn Gungorî, Mehmed Şenerî, Resul Altıokî  kûşt, ew welatparêz bûn û li dijî dewletê bûn.
Ev qewimandinan bibûn sedem, ku dostaniya min û Elçî biqede.
Loma jî min hem di qonaxa hilbijartinê de û hem jî piştî ev nêrînên Elçî yên di derbarê kûştinên PKKê de, min li hemberî wî nêrînên xwe diyar kir û heta dikarin bibêjim ku min li dijî wî qempanyek meşand.
Loma jî min biryar dabû ku ez beşdarî rewresma wî nebim û neçim ser mezelê wî.
Rastiyek din jî hebû, ku PKK/BDPê dê Elçî di mirina wî de jî baş bi kar bînin. Wûsa jî bû. Ji vê yekê re jî tehemula min tune bû.
Pişt re derket holê ku wî jî nexwastiyê, ku çend kes beşdarî rewresma wî nebe. Ez jî yek ji wan kesan im.
*****
Di bernameya A Kanalê de min di derbarê xebat û taybetiyên Elçî de jî bîrûreyên xwe anîn ser zimên. Ez wan nêrînên xwe jî dixwazim di ev nivîsa xwe de diyar bikim.
Elçî, dema ku xwendevanê zanîngeha hiqûqê bû dest xebata xwe ya kurditî kir. Ev xebata wî û hevalên wî di sala 1959-an de bi operasyonekê dawî hat. Ew û 49 hevalên wî di hepsa leşkerî de hatin girtin. Doza wan bi salan dom kir. Di encamê wan cezaya hepisê girrt û sirgun bûn.
Elçî di sala 1965-an de bi çar hevalên xwe ve (Seîd Elçîyî, Dewreşê Sedoyî, Şakîr Epozdemîrî, Omer Tûranî) Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê (PDKT) ava kir.
Lê demek dirêj di partiyê de nema.Li karên xwe yên şexsî mêze kir.
Lê dîsa jî, ji belaya dewletê xelas nebû. Di 12-ê Adara 1971-an de jî hat hepis kirin, ji PDKTê hat darizandin. Di hepsê de performansa wî gelek qels bû. Di dadgehê de jî helwestek baş nîşan neda.
Loma jî wê demê gişêdayî helwesta wî ya di dadgehê de navbeyna me xerab bû. Dema ku ew li hepsê  hat serdaniya min jî, ji bona helwesta wî ya negatîf ez derneketim seredaniya wî.
Ew zû hat berdan. Cîwanên Kurd bi salan di hepsê de man.
Piştî Darbeya Leşkerî (1974) dema ku kurdperweran li Kurdistanê rêxistinên Kurdistanî ava dikirin, ew bû hevalê Sileyman Demîrelî û Partiya Edaletê û di hamen dem di Partiya Demîrel de bû parlamenter.
Em Gruba Rizgarî li dijî helwesta wî derketin. Lewra em di wê nêrînê de bûn, ku kurd deng nedin partiyên dewleta kolonyalîst.
Dema ku parlamenterê Partiya Edaletê bû, girêdayê berjewendiya şexsî derbasî partiya dewletê, CHPê bû. Tê zanîn ku karbidestên kurdan ji bona CHPê li Kurdistanê qetlîam pêk anîbû, tu wext nebibûn piştgirên CHPê.
Piştî wê demê bi awayekî gelek xerîb heta van demên dawî jî bû hevalê Denîz Baykalî. Loma jî dema di CHPê de di navbeyna Baykal û Înonu de pirsgirêk derketin; kurdan piştgiriya İnonu kir, wî piştgiriya Baykalê nîjadperest kir.
DEP  piştî ku di bin bandora PKKê de ava bû, min, Elçî, grubek hevalên hêja me biryar da ku partiyek nû ava bikin.
Ji bona vê Platforma Demokrat a Kurd hat ava kirin.
Di vê merheleyê de jî, Elçî çû i Şirnaxê di CHPê de bû namzetê parlamentoyê. Ev yeka bû sedem ku partiya em ava bikin, mirî bê dinyayê.
Elçî pişt re jî xwest ku di partiya Erbakanî de bibe parlamenter. Lê ji bona ku MHPê û Partiya Erbakanî îttifaq pêk anîn, şerm kir ku bibe namzet.
Lê ji bona ku Haşîm Haşîmî pêşiya namzetiya parlamenteriya wî girtibû, bi salan ji wî re dijminitî kir.
Dema ku Partiya AKê bû hukumet (2002), Elçî bi xurtî piştgiriya Erdoganî kir. Ji wî re nameyekl şand, ew wek pêxemberekî bi nav kir.
Heger di hilbijartinê giştî de Partiya AKê pêşniyar bikira, ew dibû parlameterê Partiya AKê.
Ez  îdia dikim, ku heger hem BDPê û hem jî Partiya AKê ji bona parlamenterî bi hev re pêşniyar ji wî re pêşniyar bikiran, wî Partiya AKê tercîh dikir.

ibrahimguclu21@gmail.com

Kurdinfo

About The Author