Bi du qurûşan jî kes nakire!

Di salên heftiyan de kirêkarên Sûrî diçûn Libnanê, Libnan jî, ne wek dewletên Erebên qûnreş yên dora xwe bû, yanî dîmoqrasî û mîmoqrasî û jinên çîmrût û qûnrût lê hebûn!

Kirêkarekî Erebên binê berya Çiyayê Ebdilezîza Hisiça (Humeyid) ku herdem di bin konik û monikan de dijiya, li ber pez û devan, şivan û serwanek bû, ew jî qaşo çûbû demekê li Beyrûtê kar dikir, ev Ereboşk dema vedigere malê ji bo bêhnvedanekê, helbet xelk, dost û hevalên wî diçin ba wî bixêrhatina wî bikin. Humeyidê min û we jî serî lê germ bûye û ji cemaata dora xwe re ketiye nava derew û virran û îca wereeee û neçirrîne!

Humeyid civat matmayî kiriye, xwêdan pê ketiye û bê fedî serê rişmê berdaye: Ma hûn bêjin çi li Beyrûtê tuneye? Buhişta misilmana ye, allahwakil hûn bê çi, li wir peyda dibe, van keçikên bedew û çîmrût, kîjana hûn wê bixwazin, hûn dikarin wê balêsin û bikevin ser sînga boz û laşê hevirmêş, meselen, meselen, wek xaltîka min Wedha (Xaltîka wî Wedha jî li tenişta wî rûniştî bû) ma kî lê dimeyzêne! Welleh welleh, li wir, tukes bi 5 lîreyan jî nakutê!

Îro, min ji rûpelên intêrnêtê bihîst ku çend kesekî xwestine monûmêntek ku pêkhatibû ji serê Hafiz Esed, bibin li Tirkyê bifroşin, ew monûmênt jî ji cebsîn û çemento hatibû çêkirin. Li Edenê bi wan re hatibû girtin, di dema lêpirsînê de gotibûn ku wan dixwest bibin li Istenbolê bifroşin.

De îca were û kirasê xwe neqetîne!

Ê law oxlim! mMa wê kî serê Beşarko û bavê Beşarko bi du qurûşan bikire? Ez bi qesema navê xwedê û seqema li ser Araratê kim qûna Wedha, ku kesekî bi pênc lîreyan nedikutayê, ji serê wî kûçikbavî bi rûmettire! Tenê liyaqî wî û kurê wî ye ku xelk şekalan di devên wan xînin û heta roja qiyametê jî naletê li wan bibarînin!

 

About The Author