BAK ava bû, kilîlîlîlîlîlî!!

Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Bi navê Xwedanê dilovan beyannameya ragehandina damezirandina Bazên Azadiya Kurdistanê piştî bîst û du heyvan ji serhildana gelê Rojavayê Kurdistanê bo azadî û rizgariyê û mafên gelê xwe yên rewa û rakirina zordarî û sitemkariya salan û piştî guhertinên mezin û xeternak di şoreşa gelên Sûriyê de, ji kuştin û wêrankirin û mişixtkirinê …

Em sûnd dixwin bi Kurd û Kurdistanê, bi xwîna şehîdên rûmet û serbilindiyê, ku em hilgirin çekan li ser rêbaza bavê netewa Kurd Barzaniyê nemir, Şêx Se-îdê Pîran û Qazî û Egîdê qehreman ..

Ku gelê xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin û Sûriyeke demokrat û federal ava bikin. Amadekariya xwe zêdetir dikin bo hêzeke Kurdî yek bin siya Desteya Bilinda Kurdî û komîteya wê ya leşkerî ya taybet de. Nemirî bo şehîdên Kurd û Kurdistanê û şehîdên rêbaza azadiyê ….
21 ê çele 2013


Bazên Azadiya Kurdistan

About The Author