MIN MEKUJE Û XWÎNA MIN MEDE

Xweda, cudahî û cûrbecûriya mirovan kiriye sedema nasînê, lê me kiriye sedema kujtin û dijminatiyê.
Ez hêvî dikim ku êdî cudahiya mirovan nebe sedema kuştina wan! Min cihaneke wuha divê!
Ne min bikuje û ne dirafê xwîna min bide, ne jî şîwana min bigerîne.

Hey meriv dê nikaribe yên mirî vegerîne, belê dibe ku meriv bikaribe pêşiya mirênên nû bigire. Heke ji bo nebûna aştiyê ciwan bimirin, divê bi kêmasî insan xemgîn bibe.

Ma ne insan bi piyalê avê vedixwin? Lê ji ber şikestina piyalê dev ji vexwarina avê bernadin. De werin, em jî ji ber şikestina hêviyan, dev ji aştiyê bernedin. Ji bona ciwan neyên kuştin heke hêvî werin şikestin jî werin em dev ji riya aştiyê bernedin. Digel şikestina hêviyan jî, ji riya aştiyê dernekevin, yê biserketî dê hûn bin!

Ez bawerim ku dê rojeke wuha were! Gelî jar û belengazan, bêhêvî mebin! Dê rojek were ku behra ji xwîna ciwanan sor bûye ji nû ve bifitiqe. Careke din, ji nû ve û bêveger Fîr’ewnên dema me jî dê di wê behrê de bifetisin…

Dê dîrok dubare bibe! Û ew rûşuştî û bêfediyên ji Fîr’ewn wêdetir, digel hemû debdebe û rewneqdariya xwe, tevî çekên xwe yî herî mezin û bi hêz, dê di xwîna jar û lawazan de bifetisin…

Gelî zalim û zordestan! Bi wefata Mûsa (s.) dilşad nebin û rehet ranezên!

Lew ev tişta me gotî, ne bi kesekî an bi hin mirovan ve girêdayiye. Ev; ji Adem ta bi Nûh, ji Îbrahîm ta bi Mûsa,  ji Îsa ta bi Mûhemmed (s.), rê û rêbazeke ku ji bo parastina mafên bindest, lawaz û belangaza ye.

Heke hûn ‘Mûsayekî’ bikujin, bi vê kujtinê dilşad nebin! Heke bi vê kuştinê di binbîra we de xilasî bi cih bibe jî; ji bîr nekin ku hûn dê li himberî xwe bi sedan-bi sedhezaran ‘Mûsa û Îsayên’ nuh bibînin!

Lewra; Asiye, Amîne, Aişe Xedîce û Meryem dê her dem hebin û dê mêrxasên di riya wan hîman de bimeşin bînin dinyayê û dê timî piştgiriya wan bikin!

Digel teknolojî û pîşêsaziya we, zemanekê were ku zilma we dê pênc qurûşa jî neke…

Hûn dê qehr û perîşan bibin… Hindik ma! Hindik ma lê mixabin û sed heyf û mixabin insan dimirin! Ciwan dimrin! Mixabin, tişta herî birûmet di erdnîgariya bawermendan de bûye ya herî bêrûmet!

Mixabin, ji ber ku her kes ya di dilê xwe de nabêje; pirsgirêk çareser nabin û rijandina xwînê didome. Mixabin, ji ber ku her kes “Kevirên di dawa xwe de narêje” dê rijandina xwîn bidome. Hindik maye ku hêstirên ji xwînê ji rondikan bihête rijandin.

Ka em bifikirin, kujtina insanekî çawaye?

“Ha ji ber vê yekê Me ji zaryên Îsraîl re wuha nivîsîbû; ne ji ber canekî ku kuştibe yan jî, ne ji ber tevdaneke ku (bêheqî) li ser rûyê erdê kiribe; kî, canekî bikuje (gunehê wî ew qasî mezin e) her wekî ku wî timamê mirovan kuştibe. Kî, canekî xilas bike (xêra wî ew qasî mezin e;) her wekî ku wî timamê mirovan xilas kiribe. Peyxamberên me delîlên eşkere (mûcîze) ji wan re anîn; lê belê piştî vê jî, dîsan pirên wan li ser erdê pîvanê (diyar) derbas dikin. 5/32” Ango; pirrê insanan dê xwînrêj bin!

Ma gelo Xweda ji bo çi kîtab şand?  “Xwe ji rojekê biparêzin ku di wê rojê de tu kes nikare tiştekî di ber tu kesî de bide, bertîl (fidye) ji çu kesî nayê qebûlkirin… 2/123” û ayeta “Sond be, Me pêxamberên xwe bi mûcîzeyan şandine û Me bi wan re kitêb û şehîn/pîvan (nîzama ‘edaletê) daxistiye da însan dadmendiyê bi cih bînin… 57/25”

Di cihana ajalan de hêz serdest e. Sertewandin ji hêztrîn re ye… Di cihana mirovan de dadî serdest e. Divê wuha be. Divê di cihana mirovan de hêz; tenê ji bo pêkanîna dadê navgîn be… Nebînatiya zilma xwe û siqêfkirina zilma hinin ji bilî xwe jî beşek ji zilmê ye… Carinan meriv ew qas bi hêz dibe ku hêza meriv dibe perde û meriv bi zilma meriv nahesîne. Dema meriv bi zilma xwe nehese, meriv goh li tu kesî jî nake, ev tiştek pirr girîng e! Hêza ne di bin baskê dadê de be, dibe sedama zilmê. Hêza bi vî rengî insan ber bi ajaliyê ve dibe…

Kesê berê jêbike, an jî bibire û paşê bipîve ne rast e. Divê berê were pîvan û paşê bihête jêkirin!

Min mekuje û xwîna min mede!

Ji bîr mekin ku Xweda ferman kiriye ku heke dê û bavên meriv bin jî, divê meriv li himberî zaliman be! Meriv wan hişyar bike û wan bi zilma wan bihesîne… Lê divê ev bertek: “Ne piştî xirabûna Besrayê be.”

“Gelî mominan! Heke/çendî ew li dijî we bixwe, dê-bavên we û xizmên we be jî, bibin ji wan kesên wisan ku; ji bo Xweda şahidiyê didin û bi vê yekê edaletê li ser piyan dihêlin. ( Ewên ku hûn derbarê wan de şahidiyê bidin) Çi dewlemend, çi xizan bin (ji ‘daletê nezîvir in). Xweda ( ji we) bêhtir nêzîkî wan e. Naxwe nedin pey hewesên/hestên xwe (li gorî berjewendiyên xwe nemeşin) û ji ‘edaletê şaş nebin… 4/35”   Vê ayeta pîroz sedemên netewî, aborî, civatî û psîkolojîk yên ku mirovan ji ‘edaletê bi dûr dixin û vediqetînin an jî ihtîmal heye ku veqetînin yekbiyek jimartiye. Însan hişyar kiriye û daye zanîn ku kesê hukum bide, an bibe şahid,  divê bi tenê di bin bandora tirsa Xweda de bimîne û li gorî wê tevbigere. Divê ev mijar ew qas were gotin ku heta ev yek di binbîra civatê de jî were bi cih kirin.

Nuha pêdiviya me bi civateke werengî heye. Di vê babetê de; bar û berpirsiyariya rojnamegeran, qunciknivîsan û çapameniyê gelekî giran û bi bandor e…

Ev xal, ango xala ‘edaletê xaleke girîng e lew şiyandina pêxemberan jî ji bo bicihkirina wê ye. Divê em berê li hev gohdar bikin. Ne ku em berê hev bikujin û paşê li hev gohdar bikin.

Divê terefgîriya me, me berbi kîn û rikê, rik jî me ji dad û mafdaran bi dûr nexe! Heta ku terefgîriya me, kîn û rika ji dijberan bi me re çêbike û bibe sedema nebihîstina mafdaran, dê di erdnîgariya me de; ne aştî û ne jî aramiyeke rastîn cîbicih bibe! Dê rondikên dayikan jî biherikin…
Carinan ji bo vê yekê pêdivî bi hêzeke mezintirîn tuneye, bes meriv bikaribe li hev gohdar bike.
Berê peyv! Berê li hev gohdarkirin!

Nûçevan

About The Author