ÇAR LOTIKÊN QASIMPAŞAWARÎ

 Dibêjin, lotik hene û lotikok hene. Lê belê ev lotikên hikûmeta Şêstûyekemîn, ne lotikok in, ev lotikên Qasimpaşawarî ne. Herêêêêê… Receb abê lêxe… Lotikên şidiyayîtir lêxe….

Xwedê wekîl e, eger Qasimpaşalî ha ji xwe neba, wê lotikên bêîman lê jî ketibûna.

Serokwezîrê Tirkiyê yê sererd û binerd sayin Qasilpaşalî Erdogan, lotikek bêîman li 4 wezîrên xwe xist, darek xist qûna wan û ew ji meqamê wezîrtîyê bi dûr xistin. Li şûna wan, 4 wezîrên germik û nermik anîn meqamê wezîrtîyê û ji îro û pêde emê van her çar wezîrên germik û nermik di çapemenîyê de bibînin, yan ji kirinên wan re li çepikan xin, yan jî emê tifî rûyê wan bikin.

Qasimpaşalî û dêwê 7 serî sayin Erdogan li şûna dewarê xwedê Îdrîs Naîm Şahîn „Muammer Guler“ ê Mêrdînî kir wezîrê navxweyî. Li şûna Omer Dînçer Nabî Avci kir wezîrê perwerdeyê. Li Şûna Receb Akdag Mehmet Muezzînoglû kir wezîrê tenduristîyê. Û li şûna Ertûgrûl Gunay jî Omer Çelîk kir wezîrê çand û kulturê.

Ez serê we bêşînim û neêşînim, Qasimpaşalî Erdogan 4 lotikên „Qasimpaşawarî“ avêtin wezîrên xwe û tir ji wan berda.

Lê herî zêde kêfa min li wî dewarê xwedê û gayê ber cot Îdrîs Naîm Şahîn hat ellahwekîl.

Ê de bajo Qasimpaşalî bajooooooo….!

Erê carna tu lotikên çewto mewto û paşûpê davêjî, lê carna jî tu dilê me li xiyarên wek Idrîsko rehet dikî ha…..

About The Author