Dor dora dêleşêrên Esed e

Li bajarê Humusê, li baregeha leşgerî ya Wadî al-Dahab, 500 leşgerên jin perwerdeya xwe qedandin û dîplomeyên xwe wergirtin. 500 dêleşêrên Esedko!

Li gora ku sîxur û ajanên „Lotikleaks“ê ji bajarê Humusê diyar dikin, dibêjin êdî tir di zilamên Esed de nemane, ji ber wê jî Beşar Esedko îcar dest avêtiye perwerdeya jinan û dêleşêrên xwe berdane kuçe û kolananên Sûrîyê.

Dîsa li gora ku fitne û fesadên bajarê Şamê li ser tenûran dikin galegal, dibêjin ev dêleşêrên germik û nermik li ber dilê Beşarko pir şîrîn in û mêro qedr û qîmetek mezin dide van dêleşêrên seksî û agirpêketî.

Werhasilî kelam, her çi hikmet be, ev serokên dewletên Rojhilata Navîn pir ji jinan hez dikin. Rehma xwedê lê be, parêzer û zêrevanên xalê me Qeddafî tev jin bûn. Hem jî çi jin haaaaaa, horîyên bihuştê jî ne wek wan spehî û bedew bûn ellahwekîl.

Axir, hay ji van dêleşêrên Beşarko hebin baba. Bi xweşikbûn û germik û nermikbûna wan nexapin wesselam…

Qamişlo

 

 

About The Author