AYETULAH ELÎ SÎSTANÎ LOTIKEK BÊÎMAN LI TIRKIYÊ XIST

Bi rastî hin caran ev Ayetulahên Elewistanê karên rindik û hênik dikin. Yek ji wan karan jî lotika Ayetulah Elî Sîstanî ye ku li nîvê eniya Tirkiyê xistiye.

Hûn zanin gelî lotikvanan, mesele çawa rû dabû?

Helbet gava hûn zanibin, hûnê tev yeko yeko bêjin oxxxxx xweşîya dilê min…

Ev serê çend rojan e ku balyozê Tirkiyê yê bajarê Bexdadê Ûnis Demirkole, xwe dabû kêra ko û dixwest here ba seydayê mezin Ayetulah Elî Sîstanî û jê re fesadî û gelaciyan bike.

Li gorî xeberên ku sîxurên Lotikxanê wergirtine, xwedêgiravî wê Ûnis Demirkole gotiba Ayetulah Elî Sistanê:

”Me di derheq Haşimî de gû xwariye ku me wî neda we. Hûn li me biborin. Em zanin ku petrola we heye, Xwedê jî li pişta we ye. Îran jî alîkarîya we dike. Em ji niha û şûnde ne pêçîya xwe dixin nava welatê we û ne jî tilîya xwe dixin nava Hewlêra bakûrê welatê we. Li me biborin qardaşim. Ez niha dixwazim werim ba cenabê te û poşmanîya welatê xwe ji te re bêjim ” filan û fîstan.

Lê belê seydayê şaşikmezin Ayetulahê Xwedê Elî Sîstanî gotiye balyozê Tirkiyê:

”Tist oxilê kurê Moxilan, biqeşite û ji Bexdadê jî here. Kalê we carekê hat Bexdadê û kitêb û qelem nehiştin, hemû şewitandin û yên mabûn jî tev avêtin çemê Dîcleyê. Here û bila çavên min te nebînin. Ez ne te qebûl dikim jûra xwe û ne jî dixwazim rûçikê xiyarekî mîna te bibînim” filan û bêvan…

Axir, serokê Farisên sererd û binerd şaşikmezin Ayetulah Elî Sîstanî lotikek bêîman li Tirkiyê xist û îmana wan teneke kir. Îcar di pêşerojê de wê kî tirrê ji kê berde emê bibînin wesselam..

Tehran

About The Author