Fêde û xisarên lotikên seksê

Hinek pisporên seks û zayendê dibêjin ku seks pir bi fêde ye û rolek mezin di bextewarbûna meriv de dilîze. Dibêjin ku lotik û zîtirkên seksê sporek mezine û divê meriv bi kêmanî di hefteyê de çend caran hevdu bigevizîne û li hevdu siwarê, seksek bi şehwet bike û di vê seksa şehwetbilind de girêza devê meriv 3 metroyan biherike. Dîsa li gora ku ev xwedênehiştê pisporan dibêjin, dibêjin xwedêgiravî spora seks û lotikên seksê damarên meriv vedike, xwînê hêsantir diherikîne, dil xurt dike, sehkirina guh zêdetir dike û meriv xort û ciwan dihêle.

Û hinek pispor jî li vajayî wan pisporên din lotikan davêjin û dibêjin ku „Bi telaq ew pispor derewan dikin û tu fêdeya seksê tuneye, seks zirarê digihîne bedena meriv û tirrê ji meriv berdide“ filan û xeftan.

Li gora van pisporan, seks van ziraran dide bedena meriv:

1- Enerjîya meriv kêm û heba dike.

2- Bêhna meriv diçikîne, çavên meriv şaşomaşo dike û mejîyê meriv çelqo belqo dike.

3- Taqatê di meriv de nahêle, ava di bedenê meriv de bi rêya xwêhdanê diçikîne, bedenê ziwa dike û tirrê di meriv de dike fis.

4- Dil jar û zeîf dike, dil zêdetir dixebitîne û diwestîne, ev jî kare bibe sedema sekta dil.

Û bi dehan sedem û jehr û ziqûmên din.

Îcar hûn dixwazin bi ya pisporan bikin û hûn dixwazin nekin gelî lotikvanan. Lê tiştek pir eşkereye ku jiyan bê seks û lotikên seksê nabe.

Îcar hûn serê seetê seksê dikin, hûn rojê carekê dikin, hefteyê carekê dikin, mehê carekê dikin yan salê carekê lotikên seksê davêjin, hûn bi qîma xwe ne babam…

About The Author