Dadmendê xewar qeraseyek xwar

Li welatê Rûsan tiştên sosret diqewimin. Yek ji wan jî mesela vî dadmendê xewar e.

Li bajarê Blagoveşînsk dadmendê dadgehan hemû di xewê de bersiva desteserkiriyan sezabar dikin û bi lotikên bêîman wan dixin girtîgehê.

Binerin bê dadmend Yevgeni Makhno çawa razaye. Û mêro di vê xewa şîrîn de jî pênc sal seza daye karsazekî çima ku hindik bac daye dewletê.

Lê piştî ku vidyoya dadmendê  xewar derket holê,  ebûqatê karsaz jî îtîraznameya xwe da dadgeha bala û xwe spart vê yekê ku dadwer efendî di xewê de, di nav xewnên kabûsî de seza li miwekîlê wî birriîye.

Ha hingî tofan li ser serê dadmend rabû û dêya wî hat gan. Serok Pûtîn li paytext Moskova xwe gijomijo kir û bi lotikek bêîman dadmend ji kar avêt.

Dadgeha bala jî du biryarên balkêş dane:

YEK: Dadmend ji dadmendiyî ket. Ji bo ku dadmendîya xwe bidomîne,divê têkeve azmûnê û  heke qezenc bike wê dîsa bibe dadmend, na heke qezenc neke ew nabe golikvan jî.

DUDO: Karsazê bersûc  wê ji  nûve bê dadgehkirin.

Axir, li gor firne û fesadên bajarê Moskovayê dibêjin, dibêjin li Rûsyayê dadwer di xew de, dozger jî di ser jina xwe de biryarê didin.

Îcar hesab û kîtab li cem we…

MOSKO

About The Author