Ehmedê mala Sînan Axa Kurd kirin qatil

Dewleta Tirk bi salan hewl da ku qirkirina Ermenî û Suryanîyan têxe stuyê Kurdan û xwe ji wê qetlîamê pak bike. Halbûkî ne pêwist bû ku dewleta Tirko ewqasî xwe bêşîne, çawa be Kurd xulamê wan e, wê sûcên wan jî bigrin ser xwe û bibin kurtanê kerên wan jî.

Xalê me Ehmedê mala Sînan Axa, di ÎMC TV de Kurd kirin şirîkê qetlîamên dewleta Tirk û ew kirin qesasê serê Ermenî û Suryanîyan.

Belkî di dîrokê de bav û kalên wî (ji ber ku bi piranî axayên Kurd potînalêsîya padîşahên Osmanîyan dikirin) beşdarî qetlîama Ermenî û Suryanîyan bûbin. Lê Kurdên reben ne Ermenî kujtine û ne jî Suryanî. Heke di navbera wan de hinek hisûmetên piçûk derketibin jî (ku belkî îro û sibê jî derkevin) ev nayê wateya ku Kurd qesasê serê Ermenî û Suryanîyan e û dijminên wan e.

Ê başe xalê Ehmed, ma di dema fermanê de qet Ermenîyan Kurd nekujtine qardaşim? Ma partîya Taşnaq çend Kurd kujtine, zikê çend jinên Kurd bera erdê dane, dest avêtine çend jinên Kurd ên Serhedê haya te jê tune? Yan te pirtûka Garo Sasonî nexwendiye axayê me? Çima tu behsa wan nakî û nabêjî „bela Ermenî jî lêborîna xwe ji Kurdan bixwazin“ xalê Ehmedddddddddd!? Çima wê Kurd lêborîna xwe bixwazin lê brayên me yên Ermenî nexwazin ha?

Na xalê Ehmed na…

Ji kerema xwe temamê Kurdan neke şirîkê bav û kalên xwe û li ser navê temamê Kurdan jî lêborînê ji kesekî nexwaze, kêfa dewleta Tirko û dijminên Kurdan jî li me neyne cîgerim.

Êrîvan

About The Author