Gelo hûnê kengî bibin Kurd!

Ez darikê pelûlê me û ez ê tevlihevîyê derxim. Ez ê mijarekê vekim ku hûn ê bibêjin a îcar ev ji me kêm bû. Ev çibû û ev ji ku derket? Halê me, derdê me ne bes, hew ev mabû?
Welle bi sere min û we ji şeytanî ez ê vê mijarê vekim û kurm berdim mejîyan. Bila ew kurm di nav mejîyê we de piçekî bide lotikan bê tiştekî di bîra we de nayne û we bi tiştina nehisîne…
Wek navê xwe zanim, gelek kes ê xwe aciz bikin, gelek kes ê di bin simbêlan de bikenin û gelek kes jî, ew ê bi xwe xweş bînin.

Bê mahne looo!
Bi Xwedê kî çi difikire, kî çawa dinêre, çawa dinirxîne, qasî serê derzîyê jî ne xema min e û ne li ser bala min e. Ez ê wek darikê fesadîyê darikê xwe di qulmozê rakim û wê qulmozê derbikim, ew mozên ku ji wê qulmozê derbibin jî, bi kê vedidin, bi kê venadin, cehenma wan kirîye!
Li gorî dîtin, nêrîn û ramanên xwe tevdigerim û wan dîtin, nêrîn û ramanên xwe di moxila dil û mejî de werdidim û didim pey rastîya xwe. Li gorî hinekan ev rastî yê çewt be, li gorî hinekan jî ew rastîyê rast be. Ji nuha de spasîya kesên ku ew ê vê rastîyê rast  bibînim, dikimJJJ
Ya din jî, kêr hatîye li hestî sekinîye. Ma dê em ê ji çi fedî bikin? An em ê çima xwe bêdeng bihêlin? Divê êdî her tişt bê peyivandin, nîqaşkirin û nirxandin. Divê em ji nû ve sekna xwe di çav re derbas bikin. Em kî ne? Em çi dikin? Divê em çi bikin?

Bi salan e Kurdistan ji alî Tirk, Ereb û Farizan ve hatîye dagirkirin. Bi salan e em li ser axa xwe, li welatê xwe hêsîr in, kole nin, xulam in. Dê em û zimanê xwe hew bi zimanê hev zanin. Em bi xwe re bûnin cîran… Em bi xwe re bûnin bîyan…
Kesayet bi hêlekê ve pengizîye, mejî û mentiq bi hêlekê ve pengizîye, dil bi hêlekê ve… Jixwe rebenên hestan ber avêtine, li hev gerîyane. Şûna kêfê êş, şûna êşê kêf; şûna girî ken, şûna ken jî girî girtîye…
Hindik maye, li ser tayekî maye, ha qetîya, ha diqete…
Em ê xwe bixwe xwe tune bikin, heke em ji vê çûnê re nebêjin “hop!”

Kurdistan navê ax û welatê me ye. Em Kurd in û zimanê me jî Kurdî ye. Tirk û Ereb û Farizan bi salan e navê axa me li me qedexe kirine. Kurdbûn û Kurdî bi me dane jibîrkirin û hîn jî didin jibîrkirin. Dest avêtine hemû nirxên me. Talan kirine hemû kevneşopîyên me û ji dêleva dîroka me dîroka xwe xistîne mejîyê me…
Li ser vê rewş û bobelet û karesata em tê de, ji sedî nod sîyasetmedar, ronakbîr, nivîskar, hunermend û rûspîyên me xwe bi Tirkî, Erebî û Farizî tînin zimên, berhemên xwe bi zimanê van netewan çap dikin, belav dikin û mejî û kesayetê li civaka xwe kurmî û pûç dikin. Bi serê kerê digrin û civakê paşpaşîko li kerê dikin…
Ji hêlekê ve qaşo em li dijî dagirkerîya van netewan têkoşînê dimeşînin, ber xwe didin, da ku maf û nirxên me yên ku hatine talankirin ji nû ve bi dest xin,  ji hêlekê ve jî em bi destên xwe, bi kiryar û kirinên xwe, destek û piştgirîyê didin wan û wan bêtir li ser serê xwe mezin dikin.
Kî dibêje çi, kî çi difikire, kî diêşe, li tela kê dikeve, ne xema min e û belka guhê min jî xwê nade… Ew kesên qaşo xwe wek berpirsên vî gelî dibînin û xwe dixin bin vî barî, heke ne derew e, divê rûnên û ji nû ve xwe, sekna xwe, kiryarên xwe di çav re derbas bikin.
Ew kesên ku li ser navê Kurdan sîyasetê dikin, ew kesên bi çavê ronakbîrî û entellektuelî li xwe dinêrin û xwe li ser serê civakê qure û pûzikî dikin, ew hunermendên tenê ji sermîyanê vî gelî dixwin û qasî serê derzîyê nirxên vî gelî ne li ser bala wan û ew nivîskarên bi pênûsa xwe van netewên dagirker li ser serê me mezin dikin û bi berhemên xwe dagirkerîya wan dipejirînin, divê li xwe bizîvirin, li xwe binêrin û ji xwe bipirsin, “Em çi dikin? Em çi xwelîyê li sere xwe dikin?”
An hûn ê xwe fêrî zimanê xwe bikin û dilsozîya xwe nîşan bidin an hûn ê hêla xwe dîyar bikin an jî hûn ê destê xwe ji her tiştî vekşînin û bes xwe û civakê bixapînin!
Him hûn ê bi zaneyî yan nezanî xizmeta netewên dagirker bikin, him jî hûn ê li dijî kiryarên wan derkevin, ev ne tu hawe ye û ne karê biaqilan e û dê civak jî ne civaka berê ye ku hûn bi wî mejîkê xwe yî kurmî û pûç wê bixapînin…
Ev nakokî ye… Ev xwexapandin e… Ev civakxapandin e…

Ez Kurdekî netewperest im û li gorî min, Kurdekî/e bi zimanekî Ewrûpî dinivîse yan sîyasetê dike yan hunera xwe pêk tine yan jî xizmeteke civakî dike, ji Kurdekî/e bi Tirkî-Erebî-Farizî dinivîse, sîyasetê dike, hunera xwe pêk tine, xizmeteke civakî dike, bi rûmetir e, çêtir e. Qe nebe, ew wê vîrusa qirêj bera reh û laşê gelê xwe nadin û civakê bi şewba Tirkî, Erebî û Farizî naxin… (Ji bilî îstîsnayan)
Wek min got, ev dîtin û nêrîn û hest û ramanên min in. Dibe hûn bipejirînin jî, dibe hûn nepejirînin jî. Her kes deve ye û bi serê xwe ye…
Divê Kurdên xwelîya Tirkî, Erebî, Farizî li sere xwe dikin, dê xwe bi ava Kurdî bişon û xwe helal bikin…
Îroj, ew roj e!
Divê her kes biryara xwe bide yan na, ew ê rojek were, ne ew netewên ku hûn xwelîya wan li serê xwe dikin li we xwedî derkevin, ne jî Kurd ê li we xwedî derkevin. Wek şemo hûn ê di navbera Xelîl û Celîl de bimînin…
Kî çi dike ji bo xwe dike…
Bila kes xwe li ser serê kesî nebixudîne, qure neke…
Ez jî deve me û bi sere xwe me. Ev nivîsar xweşîya we diçe naçe jî hûn bi kêfa xwe ne!
Bi Kurdî we maç û himbêz dikim…

About The Author