TÎMÛRÊ XELÎL HEM JI MIZGEFTÊ BÛYE HEM JI LALEŞÊ

Gelî lotikvanên bi rêz û rûmet!

Heta niha jî meseleyek taybet hebû ku ji aliyê saziya sîxur û nijdevanîya Lotikxanê ve dihate veşartin, lê belê niha dem hatiye ku êdî em eşkere bikin. Ew mesele, serpêhatiya nivîskarê Kurd Tîmûrê Xelîl e.

Çawa ku hûn jî dizanin, Tîmûrê Xelîl nivîskarekî di ser xwe re ye û wek lokê devehan li qada edebiyatê radibe pêdarê û ji dinyayê re daye îsbatkirin ku ne cewrikên dêlegurê, ne jî ereboşkên qûntazî, kes nikare zimanê Kurdî qedexe bike û pirtûkên Kurdî bincilik bihêle. Wî heta niha gelek kitêb nivîsîne û kadîn û embarên Kurdan tije kirine.

Tîmûrê Xelîl têkiliya xwe ji ol û êlan nayne, dev ji zarava û devokan berdaye, ferqa Laleş û mizgeftê ji hev nake, şêx û mele, pîr û seyidan jî tev nola hev dibîne.

Hûn zanin gelî xwedevanan!

Ha vê yekê serê Tîmûrê Xelîl xwar û Kurdê Êzîdî bi derbekê bûne dijminê wî, dibêjin: ”Tîmûrokê me bûye fisilman.”

Lê Kurdîn Bisilman jî, hûn zanin çi dibêjin? Ew jî dibêjin: ”Tîmûrê Xelîl Êzîdî ye û nabe Bisilman.”

Îcar bi sê dînên li dinyayê, tiştê ku hatiye serê Tîmûrê Xelîl, nehatiye serê Hêsîrên Elajgirê.

Atara ku hatiye serê Tîmûrê Xelîl, eynî wek atara xortê Kurd ê Fileh ku çûbû ba melayekî Kurd û bisilman bûbû û hema pêre pêre jî dimre. Îcar ne Kurdên Bisilman û ne jî yên Fileh xwedîtî lê kirine. Gava dayika wî ev rewş dîtiye, li serê girîyaye û gotiye: „Ax lawooo… Îsa te ji bîr kir û Mihemed jî te nas nekir!“…

Îcar mesela Tîmûrê Xelîl jî eynî wisa ye, Êzîdîyan wî ji bîr kir û Bisilmanan jî ew nas nekir.

Lê belê em wek Lotikxane dibêjin: „Tîmûrê Xelîl, tu mereqan meke û li xwe miqatebe. Artêşa Lotikxanê li pişta te ye, ne Kurdên Bisilman û ne jî yên Êzîdî, kes nikare bêje mirîşka te ”kiş” û canê te sax…

Mosko

About The Author