EW TIRK E, FÊM NAKE

Zeko merûkî kîrtûj bû, ewqas xowarde bû gundîyan di nav xwe de digotin “ Zeko hindî di quza nîhaye, kîrê wî kurmî bûye. “

Zeko rojekê ji Silîva peya bi rê dikeve, dike ku serî li dosta xwe ya Gulê bixe û biçe gund. Di rê de rastî leşkerekî gundîyê xwe tê. Leşker di desta de bahol û bi cilên leşkerî hatîye îznê. Êdî mecbûrî dibin hevrê.

Bi hev re tên li mala Gulê dibin mêvan. Zeko li ba leşker destê xwe di avêje memikên Gulê. Gulê soromoro dibe û dibê “ Wîî Zeko tu çi dikî, zilam  li  me mêze dike, şerme wisa neke !

Zeko dikene û dibê “ Keçê ma tu nabîni ji cilê xwe jî kifş e, netirse  ew Tirk e fêm nake.

Gulê dibê “ Mehrûmo Tirk, Kurd çi ferq dike, ma dibîne tu çi dikî ne wilo? “ Werhasil.

Îcar başqanê ser erd û binerd jî dîsa bi mît û efrîtan re ketîyê têkilîyên çargoşe, dibê ‘ Kurd gundî ne, fêm nakin, ez çawa dixapînim “ De hela axirî çawa dibe ne li ser xêrê be !…

About The Author