Eyşokê jî ket govendê bavooooooo!

Bawer bikin heta niha min bawerîya xwe bi aştî û maştîyê nedianî. Min bawerîya xwe bi mizakere û hevdîtinên bi başqanê me re jî nedianî, min digot wê tu tiştekî xêrê jê dernekeve.

Lê niha?

Piştî gotinên xaltîka me Ayşen Grûda, îcar min îmana xwe bi aştîyê anî û min kumê xwe danî ber xwe.

Li ser bextê fitne û fesadên rojnama Taraf be, dibêjin lotikvanên rojnama Tarafê ji lîztikvana û şanogera xweşik, spehî, bedew, germik û nermik xaltîka me Ayşen Grûda pirsîne ka wê aştî çawa çêbibe, pirsa Kurd çawa çareser û divê zimanê aştîyê çawa be.

Xaltîka „Ha babam sinifî“ Ayşen Grûda gotiye: „Ez bi serê Şaban û temamê şagirtên Ha babam sinifî kim, ez bi serê Kel Mahmût kim, ev zarokên Kurdan jî berxikê dayik û bavên xwe ne. Ji ber hesabên biçûk, ji herdu aliyan jî mirin çêdibin. Ne bi şer û pevçûnan, li ser masê, bi axaftinê pêwiste pirsgirêk bê çareserkirin. Zarokên me hemûyan hene, ev şerekî nepêwist e. Ger ku wê fêdeyek min bigihêje vê pêvajoyê, ez qaîl im ku heta şkeftan biçim. Ez karim biçim şkeftên PKK. Çimkî ew ti tiştî naynin serê min. Ew jî bi fîlmên min mezin bûne. Ez jî di nav fikaran de me ku gelo me çi şaşî di wan fîlman de kir. Ger dewlet derfetekê bide min, ez bêtirs, bi rastî jî bêtirs karim biçim şkeftên wan mirovan û wana qaîl bikim. Ez bawer dikim ku, ez ji wan re çîrokan bêjim jî wê li min guhdarî bikin“ filan û fîstan.

We dît ne wilo?

Xaltîma me Grûda ji xwe bawere canim, çîrokan jî ji PKKîyan re bêje wê wan qaîl bike, wê çekan bi wan bide berdan û wê wan haş bike, wan bîne ser rêya îmanê.

Keçê hey te serê Kel Mahmût xwarê, başqanê me êdî nikare wan bi çîrokan qaîl bike, tuyê karibî bi çîrokên „Ha babam sinifî“ wan qaîl bikî keçko?

Keçê law Demokratîk Lotikxane Partîsî rastîyê jî ji wan re dibêje dîsa qaîl nabin xaltîkê, ma vê heyamê mesele bi çîrok û çîvanokan safî dibe bedewê?

Werhasilî kelam, na na..

Bawer bikin heke piştî çîrokên xaltîka me Grûda jî aştî neyê, êdî bes behsa aştî û maştîyê bikin û xelas…

Tirkiye

About The Author