HEMŞOYÊ ME HAT KURDISTANÊ

Hemşoyê me Wezîrê Teqereq û Lotikên Navxweyî  Muemer Devliken serê sibehê zû ji Enqerê rabûye û berê xwe daye rê, çûye Kurdistanê. Vî malnemîratî negot ku va ye li ber deriyê konsûlata Emerîkaniyan Ecewît Şanliyê DHKP-Cyî xwe peqandiye û germik û nermikeka rojnamevan kiriye xirxît û zêrevanek jî şandiye dinya dinê. Mêro bi hella hella hatiye Midyadê û li nava hemşoyên xwe digere.

Te dît Kurd in, li ba wan hertim govend û lotik hene, dijminê wan jî bê hew we dît bi def û zirne çûn xêrhatina wî û berxek yan beranek jê re serjêkirin.  Bila qet be jî terqîn û merqîn li ber deriyê mala Obama hebe, bi sê telaqên mêrberdanê guh nadinê û toreya bav û kalan bi cih tînin.

Gava Wezîrê Teqereq û Lotikên Navxweyî  Muemer Devliken hate sûka Midyadê, heke wê demê xaltîka me Emîna û enîşte Qasimpaşalî Receb abê bi xwe jî hatibana, hewqas kêf û şahî nedihatin kirin.

Li sûka Midyadê li gor xeberên fesad û Ewanên Cizîra Botanê, hem fileh hem bisilman û hem jî Ezîdî rabûne lotikan û qurban li ser qurbanê serjê kirine. Di ser de jî zirne, dahol û erbane kirin dingeding herwekî Newroza Kawayê Hesinker û civahiya Melayê Cizîrî be, ji hengameyê êdî dê weledê xwe diavêtin.

Piştî demekê wezîrê me çû avahiya partiya Qasimpaşalî Receb abê vekir. Lê wî pêşî spas ji bo kêfa Midyadiyan ji hatina xwe re kir û hêj avahî vekir. Piştre jî gulên kes û sor û zer avêtin ser xelkê. Careke din berê xwe da sûkê û yeko yeko bi bestê beqal û çeqalan girt û ew pîroz kirin.

Bi vê şahiya Midyadiyan parlemanê Mêrdînê Evdirehîm  Aqçiya jî got ku wele bavo li ser bextê min be, Midyadî em hembêz kirin û zehf kêfa me anîn.

Êêêêêêê, Muemer Devliken ê 1.50 santîm çûye nav Midyadîyan babam, ma Midyadîyên me jê re berx û beranan li erdê nexin dibe?

Midyad

About The Author