FETWAYA XALÊ OSMAN XWEŞXEBER E, LÊ ME NE BAWER E

Xalê me Osmanê şaredarê bajarê dîrokî Ameda rengîn, fetwayek Şen´î ya kesnedîtî daye û gotiye: „Bi sê telaqên mêrberdanê ji niha û şûnde heram e ku Kurd êdî berik berdin Tirkan û Tirk berik berdin Kurdan.“

Wele bavo, ev xweşxeber e, lê kes jê ne bawer e. Ji ber ku ne bawerîya Kurdan êdî bi Tirkan tê, ne jî bawerîya Tirkan bi Kurdan tê. Lewra herdu alîyan jî,  gora heftsed bavên hevdu xitimandine û hev kepeze kirine.  Lê dîsa jî divê meriv guh bide fetwaya xalê Osman û li erdê nexe.

Yaw birastî lo xalê Osman, çima niha?

Çima niha te ev ferwaya qerase da?

Ma piştî kujtina 40-50 hezar keç û xortên Kurd ev fetwa hat bîra te babam?

Kuro law bihêle bela Kurd jî fîşekan berdin Tirkan û ji xwe Tirk jî fîşekan berdidin 101 bavê Kurdan.

Çi hat guhertin ku we daye dû çîrok û çîvanokên mizakere, aştî û jehr û ziqûmê cîgerim?

Axir canim, va xalê me Osê fetwayek ji fetwayên şêxên Siûdîyê qerasetir daye. Êdî divê Kurd fîşekan bernedin Tirkoleran û Tirkoler jî fîşekan bernedin Kurdoleran.

Êêêêêêê, ma naxwe ew keleş û çek û sîleh ji bo çi ne qardaşim?

Ma go fîşekan jî neteqînin, bela herdu alî wan keleşkofan têxin ku?

Yan bela pê çûk û teyrik, beq û kûsîyan bikujin?

Werhasilî kelam, xalê me Osman fetwaya aştî û bratîyê daye gelî xwendevanan.

Hûn bi fetwaya wî dikin jî ji vî ve û hûn nakin jî ji vî ve û hûn sax…

Xançepek

About The Author