5 milyon Misrî bi eslê xwe Kurd in, heheeeeeyyyyyy!

Li ser bextê diz, gendel, derewkir, virek, fitne û fesadên bajarê Hewlêrê be, dibêjin Konsolê Misrê Silêman Osman lotikek wek serê xwe mezin avêtiye û daye zîtirkan.

Çi gotiye Silêmanê Osê?

Xwedêgiravî gotiye: “Hebîbî, canekem, ez bi serê Mihemed, Îsa û Mûsa kim, 5 milyon Misrî bi eslê xwe (binyata xwe) Kurd in. Lê mixabin ew jî niha bûne Erebên qûnreş” filan û fîstan.

Kuro oxlim, 5 milyon Misrî Kurd bin çi dibeeeeeeeee û 50 milyon Misrî Kurd bin çi dibe ha?

Piştî go bi kêrî esl û koka xwe neyên, piştî go Kurdayetîyê nekin û wek Selaheddînê Eyyyûbî efendî tenê di xizmeta Erebên qûnreş de bin, bi kêrî çi tên? Yanî Misrî hemi Kurd bin wê çi xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe bikn ewladim?

Piştre Slêmanê Osê çi ji Rûdawê re gotiye?

Gotiye: “Binerin cîgerim, berî konsolxan û nivîsîngeha bazirganî bê vekirin, mezinahîya bazirganîya di navbera me de milyon dolar derbas nedikir, lê ji sala 2011’an ve mezinahîya wê bazirganîyê gihiştiye nêzî 20 milyon dolarî” filan û xeftan.

Êêêêêê xalê Silo, gava mesela bazirganî û milyon dolaran dikeve holê, hûnê 5 milyon Misrîyan jî bikin Kurd û 50 milyonî jî babam. Ma kî ji milyon dolaran direve kaka?

Hewlêr

About The Author