Juni 8, 2023

Di nav aştîyê de tira bikin

Li hêla Serhedê bi demsala biharê re gel zevîyên xwe raçav dikir hela rewşa dexlê çawaye. Her sal mijar dihat ser zevîyên Elî Begê.

Digotin “ Dîsa dexlê Elî Begê gelek başe, çima dexlê me wilo nîne ?

Rojekê gundî kom bûne, Mihemed ji Elî Begê birsî, got “ Elî Beg, erd û  rêba yek e, dexlê we rind e, yê me çima xirabe gelo?

Elî Beg li ser vê pirsê pir kenî û got “ Hûn bêdestnimêj toxim nakin û bêbesmele nakevin nav zevîyê ne wisa?

Gundîyan got “ Erê begê me, tu rast dibêjî.

Elî Begê got “ Ez berî toxim kirinê li hespê siwar dibim, li ser pişta hespê li nav zevîyê digerim û tira dikim, lewma dexlê min baş hêşîn dibe. We îcar fêm kir. “ Werhasil…

Hûn bawer bikin aştîya me û ya Tirka bê tir nabe, bi besmele û bi bismîlah qet nabe. We got çi cîgerim ?!…

Heta dengê tira û bêhna fisa geş nebe, aştî nayê nayê nayê…