Herdu ”dirêjan” silavek dan hev

Serokê AKPî yên sererd û binerd Qasimpaşalî Erdogan, ji bo vekirina hinek dikan, market, supermarket, axur, lûs û kadînan, hat Mêrdîn û Qoserê û çend lotik avêtin.

Li Qoserê, di dema vekirina supermarket û axurek firaxan de, Tirkê herî dirêj (Qasimpaşalî Receb) û Kurdê herî dirêj ê dinyayê Siltan Kose hatim cem hev û silavek dirêjkî dan hev.

Di vê hevdîtina dirêjan de cîgerim Qasimpaşalî Receb li ber Siltanê me wek hacûcekî hat xuyakirin û Siltanê me 50 santîmî bi ser Recebo ket.

Axir, di vê hevdîtina ”dirêjan” de Receb û Silto xoş bêş kirin, li halê hev û bejna hev pirsîn û piştre herkesî pişta xwe da felekê û berê xwe da oxirê.

Lê xwedê heye ha, gava sayin Receb hat ber Siltanê me û serê xwe bi jor ve vekir, hinekî tirsiya û saw girt.

Ê helbet canim, ew Siltanê ku wek ”Bertewîlê Darê” ye û dirêjê dinyayê ye, bi ser kê de bikeve wê qûnê lê biqetîne ellahwekîl..

Aha tirsa sayin Qasimpaşalî jî ew bû ha. Heke Silto bi ser Reco de biketa û Recebê me ”boqû boqû” ne biçûya, me yê ji xelkê re çi bigota qurban?

Qoser

 

About The Author