NAMEYEK VEKIRÎ JI BO QASIMPAŞALÎ

Sayin bejindirêj û zavayê Sêrtîyan Qasimpaşalî Receb abê.

Di van rojan de ît û mît û dîk û mirîşk li nava hev ketine û dest bi bazar û nexşerêyan kirine.

Em jî wek Lotikxane pêşniyar dikin ku berî hûn û peyayê şevê li hev werin, divê tu sê herêman bidî Lotikxanê.

Herêmek li Mûşê.

Herêmek li Qonyayê.

 Herêmek jî Tireqyayê.

Li herêma Mûşê, em tenê deştê dixwazin, ji Tetwanê bigir heta binê bajarê Mûşê. Em ê li wir keleman biçînin û pê artêşa Lotikxanê xwedî bikin.

Li herêma Qonyayê, em bajar naxwazin, tenê em deşta Qonyayê dixwazin. Em ê genimê wirê bikin ard, nan û xurê artêşa Lotikxanê.

Herêma Tiraqyayê jî, em aliyê Bulxaristanê dixwazin. Em ê li wir jî conegayan xwedî bikin û goştê artêşa Lotikxanê derxin.

Artêşa Lotikxanê hem sererd e û hen binerd e. Ew balafirên grover ku dixin situyê UFOyan, tev yên me ne. Belkî rojekê ev segbavên kemociyan li te jî werin xezebê, wê artêşa Lotikxanê te û hemû hevalbendên te biparêze. Jixwe paraztina xaltîka me Emîna û zarûkên wê deynê histuyê me ye.

Divê tu ecele, ecele, bi lez û bez bersivek Qasimpaşalîkî bidî Lotikxanê, yan na emê fermanê bidin pîlotên UFO yên xwe û rêya te ya asîmanî bibirrin û xelas….

Partî Demokratî Lotikxane

Komîta Sererd û Binerd

 

About The Author