Şivanê me da lotikan

Hozanê Kurdên sererd û binerd xalê me Şivan Perwer, ji zû de dixwest û dixwaze vegere welatê xwe, vegere ser axa bav û kalên xwe. Ji zû de dixwaze pişta xwe bide xerîbîya malwêran û berê xwe bide bakurê Kurdistanê. Lê ji şert û mercên dewletê zêdetir, şert û mercên hevallerên me, siyaseta gemar, qirêj û lewitî rê li ber çûna wî digirin.

Li ser bextê malpera înternetê ya YNK be, dibêjin Şivanê me di malpera YNK de merama dilê xwe eşkere kiriye û biryara dawîn daye (heke rast be).

Çi gotiye Şivanê me?

Gotiye: “Heke rewş bi vî awayî bidome, ez bimrim jî ez venagerim welatê xwe. Heta ku siyaset ev siyaset be (behsa siyaseta hevalleran dike) ne rê li ber min vedibe, ne jî fêda min çêdibe” û daye lotikan.

Xalê me Şivan pêde çûye û gotiye: „Binerin cîgerim, ev axavtina min a dawî ye, ez venagerim. Heke vegera min bi fêde be, ezê vegerim. Min bêrîya axa Kurdistanê kiriye, ez azadîya Kurdistanê dixwazim, ez azadîya Kurdan ji siyasetmedarên Kurd dixwazim . Ne dewletê, lê siyaseta Kurd rê li ber min girtiye. Dewlet jî zane ku ez ji Kurdistanê me û dewlet dewleta Kurdistanê qebûl nake. Lê ez guh nadim dewletê. Heke ez bawerîya xwe bi siyaseta Kurd bînim, ezê bi dilekî rehet vegerim welatê xwe. Siyaseta Kurd însan sûcdar dike, dilewitîne û perîşan dike. Ez naxwazim têkevim nav wê siyaseta lewitî û gemarî“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, Şivanê me jî wek gelekan ji me sewsî bûye, gêjomêjo bûye û hew zane bê bawerîya xwe bi çi bîne û bi kê bîne. Carna dixwaze tevî  tembûra xwe berê xwe bide Amedê, carna jî ji mecbûrî poşman dibe û diponije.

Ax Şivanoooooo û wax Şivano!

Ma te berê jî nizanîbû ku siyaseta Kurd hatiye lewitandin, hatiye gemarkirin û derhemek Kurdayetî di wê siyasetê de nehiştine bavê mino!

Ma şûrkêşên vê siyaseta gemarî tembûra te di serê te de neşikenandin cîgerim!

Ma çavsorên vê siyaseta lewitî tu nekirin xayîn, nebûn kabûsên xewnên te qurban!

Na na xalê Şivan, na!

Ne vegere welatê xwe û ne jî xizmeta vê siyaseta lewitî û gemarî bike.

Navekî te, rêz û qîmetek te heye biparêze. Kevirê giran di cîyê xwe de başe ji bîr meke. Her çendî ji bo vegera welêt, carna te xwe nêzîkî şanogerên vê siyaseta gemarî kiribe û silav ji vir û wir re şandibe  jî, lê ez bi serê te kim, tu xwe bi ava zemzem jî bişo, heta tu nekevî nav vê govenda siyaseta qirêj û li def û zirna hevalleran nexî, veger li te herame û tu sax….

Mêrdîn

About The Author