Tirk Hakan bû Arnawût Hakan

Lîztikvanê fûtbolê û wekîlê partîya AKP Hakan Şukur, lotikek mêrane avêt û da bin dûvê Tirkperestan.

Hakan Şukur ê ku wek fûtbolgêrek baş û lotikvanekî jêhatî tê naskirin, heta niha wek „Tirk“ dihat qebûlkirin. Ê helbet wî jî dengê xwe nedikir yan jî newêrîbû bigota „ez ne Tirk im oxlim“.

Lê çi bû?

Piştî ku Kurdan bi xebata xwe qûş li dewletê û Tirkperestan qetand û dewleta Qasimpaşalî Receb mecbûrî qebûlkirina hinek tiştan kir, îcar hêdî hêdî mêranî bi kêmneteweyên din ve jî hat û wan jî dest bi zîtirkan kir.

Piştî ku di encama xebat û berxwedana Kurdan de hinek gavên demokratîk hatin avêtin û êdî gotinên wek „Kurd, Kurdî, Kurdistan“ ket devê civaka Tirkiyê, îcar kesên ku heta niha wek Tirk dihatin naskirin lê bi koka xwe ne Tirk bûn, wêrek bûn, xwîn bi wan ve hat û li kok û binyata xwe xwedî derketin.

Meselen lotikvan sayin Hakan Şukur.

Cîgerim Hakan, di civîna Zanîngeha Mehmet Akif Ersoy (MAKU) de axavtinek kir û çend lotik avêtin.

Li ser pirsa xwendevanekî Kurd, Hakan Şukur got: „Kezeb û gurçikno, gavên ku îro tên avêtin divê meriv piştguh neke. Lê hinek alî naxwazin ev gav bên avêtin. Ev pêvajo ne pêvajoyek hêsan e. Hêvîdarim emê bi brayê xwe yên Kurd re zêdetir karibin pirsgirêkên xwe nîqaş bikin û dostanîya xwe germtir bikin. Ez bi xwe kesekî Arnawût im û ne Tirk im. Lê ez li ser vê xakê mezin bûme û li vir dijîm. Herkes li dû maf û heqê xwe digere. Wek dewlet divê em wan maf û heqan bidin û serê xwe pê bêşînin“ filan û xeftan.

Ez serê we neêşînim, Hakan Şukur jî li koka xwe vegerîya û got ez Arnawût im, ne Tirk im.

Ê de aqûbet li serê herkesî be rebbî…

About The Author