Namayeke vekirî ji Pîr Ristem û Asayîşa Êfrînê re.

Kuro ya axî,

Ya Pir Ristem,

Ya mudelel,

Ya ji xwe razî,

Ya tirtireyê Kurda,

Ya Rewşenbîrê ne mîna tukesî, kuro lawo te dît ku xelkê bajarokê te tevan dikanên xwe girtin tu jî bigre qurban, çî te zêdeyî wan e û tu cima serhişkiyê bi xelkê bajarokê xwe re dikî û dikana xwe nagirî babam? Hema çendî tu ne bi ramana kak Ocalan re be, em dizanin jî ku tu ne alîgerê Apociyayî keko, dunya xerana be ku tijî mîna xelkê bajarokê xwe wê rojê ( îhtîraman ji wan re) dikana xwe bigrî û li mala xwe runê biraderê qedirgiran,

Ya axî, kesî doza birîna kelpîç û bilokan, avdana pembû û bexçeyan li te nekir qurban. Tenê ji te re gotin em qurbana ocaxa tene pîrê min, here mala xwe îro dikan ji bo şermezarkirina komployê tev girtîne, ma dunya xerabû ku tu vê qeyametê rake?

Lê xweya dike tu li serê xwe siwar bûye û dibêje qaşo ez rewşenbîr im, ez ne mîna tukesî me li rojavayê Kurdistan û Êfrînê, ez di dîtin û ramên xwe de azadim.

Pêşiya gotiye keko, ger tu çûyî gundekî tev bi çavekî bin tu jî çavekî xwe derxîne birakooo.

Ma yên mîna te hurmet ji kêre girtine heya ji xelkê bajarê xwe re bigrin. Welat bi helwestên bi vî şêweyî rizgar nabin pîrê delal.

Çil salî Behsiyên bênamûs qarçika te daxistin û li welatê te tu rezîl û riswa kirin birakoo, te rojekê ev helwesta tujjjjjj li dijî bê şerefê Behsiyan negirt (ji bo derketina ji welat).

Wekî din rewşenbîrên me jî mîna darikê hewdelê li benda firsetên wisa ne, hema ku karekî bi vî şêweyî dibhîzin behwer nakin ku PYD û Desteya Bilind pê şermezar bikin û dest davêjin pênûsê û jehra xwe dirjînin. Lê hinek jî hene dinvîsin ji bo şaşîtî werin serrastkirin, mîna biraderê me mamoste Heyder Omer. Vî camêrî baş nivîsiye û mînakên hurmetgirtina rewşenbîran nivîsîne mîna ya Sehid Zexlul û Ahmed Şewqî, Iskender û Aresto û hinekî din, aferîn mamosteyê hêja.

http://www.gemyakurdan.net/gotar-nerin/gotari/item/7307-2013-02-24-10-33-04

Pîrê Delal, bar neke qurban û li mala xwe bimîne, te çil salî Behsî tehmûl kirin ka 3 sala Kurdên xwe jî tehmûl bike ez qurban. Tu jî zane û ez jî zanim ku asaîşa me ji ba xwedê nehatine, wê şaşîtiyên wan çêbibin, bêje lê ne qunsîrîkî be qurbana pîrê xwe me.

Ji bo asayîşê jî ez vê dibêjim: Biraderên qedirgiran wî serhişkî kir lê hûn xwe nekin mîna wî, bera dikana xwe veke ya axî, belkî hinek zeyt û zeytûn ji xwe re bifroşe, ma dinya xera nabe. Hûn jî xwe welê hişk nekin û mîna sofiyên mala şêx yên bi rojî, nebêjin bera herkes bi me re rojî bigre qurbana çavên cenabê we me, ev helwesta we jî ji a vî rewşen-bîrî ne çêtirbû. Tekbîrrrrrrrrrrrrr  Alah û Akber……!

 

ahmedeberazi@yahoo.de

About The Author