Malpera AVESTA serok BARZANÎ bir îflasê

Gelî lotikvanan, çawa ku hûn jî dizanin, malpera Avesta, ango malpera canekem kek Dilbixwîn Dara, lotikek qerase li serok Barzanî xist û ew bir îflasê.

Ev nivîs û lotika me hem wek rexne ye, hem jî wek balkişandina ser zimanê malpera Avestayê ye. Hêvîdarim cîgerim Dilbixwîn dilê xwe negre û rexneyên me li ber çav bigire.

Di van demên dawî de Kurdîya malpera Avestayê bûye wek şorba nîskê. Hem ji alî gramatîkî ve, hem jî ji alî naverok û rastgotina gotinan ve bûye wek pelûla sar û germ, bûye çeqilmast.

Xwedê wekîl e û pêxemberê umetê jî pê dizane ku kêfa me ji Dilbixwîn Dara û karê wî re tê. Lê babam êdî zimanê malperê ewqasî bê serûber lotikan li gramatîk û naveroka gotinên Kurdî dixe ku nayê gotin.

Meselen nimûneya herî piçûk, lotika herî kesanedî.

Gelo hûn meraq nakim ku xwediyê malpera AVESTAyê birêz Dara Dilbixwîn çi di malpera xewe de nivîsiye?

Herêêêê û erê!

Gotiye: ”Serok Barzanî li wir top avêt.” (Yanî li Sant Petersbûrg a Rûsyayê)

http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/serok-barzan-li-san-petersberg-top-teqand-h3692.html)

Ê baş e, hey xwedêhişto, ma serok Barzanî bazirgan e, ma bazirganîyê dike ku top bavêje (îflas bike?). Ma serok Barzanî di vê zivistanê de kincên tenik û sivik, sol û pêlavên havînê birine Rûsyayê ku nehatine firotin û top avêtiye?

Cîgerim Dilbixwîn Dara!

Gelo ti ji bo çi naçî qursek ji van qursên ku Qasimpaşalî Receb wek ”seçmelî ders-dersa bikarte” ji bo Kurdan vekiriye û xwe fêrî zimanê Kurdî nakî? Yan çima tu rê didî xebatkar û nivîskarên xwe ku zimanê Kurdî bikin çeqilmast û rêza te û malpera te piçûk bikin?

Cîgerim Darayê Dilbixwîn!

Ev çend roj in ku hemî jinebîyên Kurdistanê ketine nava şîn û girîn û kelecanê û dilkutka wan gîhaye erşê heftan ba Xwedê.  Tenê dia û daxwaz dikin ku serok Barzanî carek din top neavêje û îflas neke. Lê piştî wan fêm kir ku Diloyê me di zimanê xwe de lal e, naverok û wateya hinek gotinan nizane, êdî dilê wan rehet bûye, bêhna wan hatiye ber wa.

Ez serê xwe, we, Dilbixwîn û serok Barzanî neêşînim, Dilbixwînê me di manşeta xwe de rast nivîsandiye, ango gotiye: ”Serok Barzanî li San Petersberg top teqand”.

Lê di manşetê de gotiye: „Barzanî top avêt!“

Û dawîya nivîsê de gotiye: ” Serok Barzanî li wir top avêt.” Ango, serok Barzanî îflas kir, li qûnê rûnişt û li pataxê ket.

Axir, Diloyê me serok Barzanî bir îflasê û ew li pataxê xist.

Welle pare û petrola Lotikxanê jî tune ku em karibin alîkarîya serok Barzanî bikin.

Qe nebe bila malpera Avesta destê alîkarîyê dirêjî serok Barzanî bike û wî ji ”top avêtinê” xilas bike kaka, ma bi topavêtin û îflasê serok Barzanî kare serokatîya Kurdistanê bike?

Naaaaaaaaaaaaa!

 

Petersborg

 

About The Author