HÊVİYEK Jİ PYD/PKK

Di van rojên dawî de gava em li Rojavayê Kurdistanê dinerin, em qebûl bikin yan nekin, dibînin ku hêza herî xurt û xwedî derfet PYD ( PKK) ye. Bi qencî û xerabîyên xwe ve, bi rastî û xeletîyên xwe ve PYD (PKK) li Rojavayê  Kurdistanê  alternatîfa herî xurt e. Heger em helwesta xwe ya şexsî, hezkirin û nehezkirina xwe deynin alîyekî û wek Kurdekî  bê teref li meselê binerin, emê bibînin ku îro PYD (PKK) di doza Kurd de alternatîf  û mixatabê  dewleta Surî û Tirkiyê ye. Em bixwazin yan nexwazin ev rastî  nayê  guhertin ji ber ku îro bi hêz û xebata xwe li meydana şer û siyasetê  PYD û PKK  heye. Xebata hêz û partîyên din li ber xebata van herdu partîyan winda dibin û ji ber ku hêzên li derveyî PYD (PKK) jî ji diyalog û aştîya navxweyî dûr in, tenê  PYD  (PKK)  wek alternatîfa herî xurt dimîne.

Tam di vê xalê de divê PYD (PKK) siyaseta xwe ya şaş di ber çav re derbas bike û xwe zêdetir nêzîkî tevgera Kurdistanî bigire. Di vê qonaxê de şansekî mezin li ber PYD (PKK) heye ku dev ji hirs û dijberîya tevgerên din berde, dev ji vê rêveberî û siyaseta şaş a niha berde û di şûna ku bi partîyên rejima Surî  re enîyan ava bike, hêzên Kurd li hev bicivîne û wek hêza herî xurt pêşkêşîya avakirina enî yan cepheyek netewî bike. Heger PYD (PKK) birastî  netewî difikire û xwe wek nûnerê Kurdên Rojavayê Kurdistanê dibîne, divê di xurtkirina diyalog û hevkarîya hêzên Rojevayê  Kurdistanê de xwedî helwestek netewî be û vê erka xwe bîne cî. Divê ew xwe ji wan şablonên xwe yên ku jêre hatine hazirkirin derxîne, zêdetir netewî û Kurdistanî  bifikire û gava ku jê tê xwestin bavêje.

Di tekoşîna azadîya millet û welatekî de xeletî dibin, kujtin dibin, dijminatî û şerê brakujî jî gellek caran dibin. Li her welatê dinyayê  bûne. Lê ku mesele hat û li berjewendîyên netewî sekinî, divê mirov karibin dijminatî û dilmayîna navxweyî deynin alîyekî û di çarçoweya berjewendîyên netewî de dest bidin hev û hevdu himbêz bikin. Kînê li himberî hev du najon, neyên lîztika dewletên dagîrker û kêfa dijmin li xwe neynin. Nimûna herî baş şerê 92-93-94 e.

PKK çêtir zane, di şerê 92-93-94an, di şerê navbera PKK û PDK de bi hezaran Kurd bê sûc û bê guneh şehîd ketin. Lê rojekê tenê jî serok Barzanî û PDK kîn najot û dijminatîya PKK nekirin. Çima? Ji ber ku êdî kîn û nefreta li dijî hev, şer û pevçûna brakujî ji ziyanê wêdetir tu fêdê nade Kurdan. Serketin ne di dijminatî û şerê hev de lê di tifaq û hevgirtina netewî de ye. Bi taybet gava ku serok Barzanî lêborîna xwe ji şehîdên Kurdistanê xwest û şerê brakujî wek dijminê herî xedar bi nav kir, divê hêzên herçar parçeyên Kurdistanê vê helwest û ramana Mesûd Barzanî ji xwe re wek nimûneyek bêhempa bigrin û jê dersan wergirin.

Netewayetî, netewparêzî stûna Kurdayetî û serketina milletê Kurd e. Heger em Kurd bi ruh û hestên netewparêzî  tev negerin, li ser esasên berjewendîyên netewî neyên ba hev û li dijî dijminên xwe nebin yek, weke ku rehmetî Mela Mistefa Barzanî  digot ” Çi kesê ku hestên netewayetî pêre tunebe, wê rojek ji rojan îxanetê li gelê xwe bike” emê jî rojek ji rojan îxanetê li millet û welatê xwe bikin

 

 

 

About The Author