ŞÊRIKOK (Mêrxasê Mêrxasan!)

„Çîroka min ji we ciwanan re, ne ji sîxuran re ye.“

ÇI BÛ?

Hebû tinebû,
Şêrekî jîr û şeng bû
Çi jî ji xwe bi bawer bû
Ji ezezî welat çawa talan bû
Şêristan wêran bû
Guristan li şûnê ava bû…

(Çiya Argur)

Ramanî li we xwendêran, Sipasî ji guhdar û baldaran.

Di daristaneke herî berfireh de şêrek, bi malbata xwe, bi lawir û sewalên alîgir re bi dadî dijiya. Daristan ji xwe re kiribûye cih û war. Malbat, ezbet û êla wî bi hev re aş bûn. Di welatê Şêristên de şer, dizî, xirabî, fesadî, ezezî, ewanî û hesûdî, çavnebarî tunebû. Her kes bi kar û barê xwe mijûl bû. Bazirganî karê wan a salan bû. Ji welatên biyanî yên ji cihên dûr ve gelek bazirganên debdebe, dewlemend dihatin, tiştin dikirîn, difirotin. Bi salan e ku têkildarî hev bûn. Kirîn û firotina wan bi hev re bûn. Zêr, zîv, dure, yaqût û ku çi bihata xwestin li welêt hebû, tine, tine bû, na peyda ne dibû. Binerd û sererd zaf dewlemend bû. Ji bo vê, gelek kes û êl çav bera vî welatî dabûn. Dixwestin rojek berî rojekê welêt dagirin û li ser van dewlemendiyên xwezayî û keda salan rûnin.

Li cihekî din ku pir dûr bûye jî bozgurek bi col, êla xwe yên diz, talankar, hêrîşkar û xedar ve dijiyabûye. Karê wî her tim ji welatên li derûdora xwe ve talankirina malên giranbiha bûye. Jiyana xwe bi zora darê domandiye. Cîranên wî, her çi li dora welatên xwe birc û bedenên herî bilind, berfireh û berdirêj ava kiribûne jî, lê dîsan ji dest wî ve rizgar ne dibûne…

Rojekê karwanek bi barên herî dewlemend, giranbiha ve di besteke asê re dimeşiyabûye. Cola guran ew dorpêçandibûne. Karwan di riya xwe re dimeşiyan, hay û baya wan ji wan ve tunebûye. Bi reyî, bi zurîn hêrîşê ser karwên kirine. Karwan hê nû malên nûjen û hevdemî ji Hindê, Çîn û Maçîn ve hanîbûne. Wê bibirina welatê Şêristên. Gurbozan bi devên xwe yên diranfîq, diranên dirinde, devbixwîn ve hemû jîndar kuştine, dirdirandine. Tîştîşî kirine. Malên wan jî talan kirine. Desteserî pere, dure, hevrişîm, yaqûd, diravên wan kirine. Her çi ji radestekî ve pesna, dewlemendiya, şênahiya Şaristên bihîstine. Radest tiştê xweş, dilbij vegotibûne wan. Ji ew roja û vir ve, navê Şêristan ji bîr wan neçûye. Ketibûye xewn û xeyalên wan. Dilbijiya wan zikên wan diqurequrandiye. Gava qajinî ji nava zikên wan ve dihat, bi axînî çêlî şêristên dikirine. Gelo wê rojek bê ku em ê biçin welatê Şêristên dagir bikin? Ji bo em ji vê tolaziyê pak bibin ev çûyîn divê pêk were, gotine…

Gava talankirina karwanê hevwelatiyên Şêr ji wî re hatiye gotin, Şêr qet guh ne dayê. Bêxem, bi tinazî:

“Bûyerên wisa her car diqewime, tiştek na be, guh ne din van tiştomiştonekan. Ev gotinên gedan, medan in. Serê xwe pir n êşînin. Ev tiştên ferdî ne. Em bi xwe û hêza xwe ve dizanin, ma kî dikare bihê dora me û li me nêz bibe heyra! Ez ku şêrê Xwedê me. Her kes ji nav, navdariya me û ji siya me ditirse, kî diwêre ku li me nêzîkî bike. Biçin, li karê xwe, li kêfa xwe binêrin.”

Careke din jî, ji welatekî dûr ve çil diz di sivikayî de ku çi bi nirx û giranbuha hebûne ji bajarên wan ve dizîne. Ji wan dizan re; “Çilheramî” digotin. Weke zêr, zîv, elmas, dure, yaqûd, bi darê zorê ji destên Şêristaniyan ve derandine û bi xwe re birine. Di şikefta xwe de veşartine. Şikefta wan xezîneyeke navdar, dewlemend bûye.

Gava gel, gilî, gazincan wan ji Şêr kirine, serok Şêr dîsan heman tişt gotiye û li dilşabûna xwe nêriye.

Bozgurên ku ji ber xizaniyê, xelê, birçîbûnê, ji cihê xwe ve koç kirine, li ser rê û rêlên wan ku çi malên karwanan, niştecihan ketibûye nava lepên wan talan kirine, desteser kirine, paşê jî ew kuştine. Bêrûmet, bêrehm û derbsotî bûne. Bere, bere hatine ber tuxûbên Şêristên û li wir bêhn vedane. Konên xwe vekirine.

Çend meh bi şûn de, qey birçî mabûne ku ji nêza ve qajînî ji zikê wan ve hatibûye. Hema ji kevir û nermtir çi li derdora bedenê dîtibûne, bi noş xwaribûne. Bê cûtin daqurtandine. Piştî zikê wan têr bûye, çavên wan vebûye, hişê wan hatiye serê wan, mêjiyê wan xebitiye. Êdî hêrîş ne kirine, talan ne kirine, bi zimanekî nerme, berdilxweşkirin, bawerdayîn ve li şêristaniyan nêz bûne, ji xwe re heval, hogir peyda kirine. Dest bi mizawiriyê, bi lîstikan kirine. Pêşî ji hundirê Şêristên ji xwe re sîxur, alîgir peyda kirine. Sîxur û alîgir derfetên rind dabûne destê wan, her şev lawir û sewalên qelew û tewlekirî ji wan re pêşkêş kirine. Gav bi gav bi hêz bûne. Êdî cîranên der û dor jî, ji ew gurbozên har û hov ve tirsiyane.

Gel serpêhatiyên ku diqewimîn gav bi gav ji serok Şêr re vegotine. Lê Şêr, qet ne diliviya, hew li kêf, li şabûna xwe neriye. Roj bi roj gurboz pir bûne. Ewan, şinek, qeşmer, mizawir, sîxur û cehş jî bi wan re binê welatê xwe kolandine, kurisandine…

Di Qesrê de bi saya hevalbendiya gurbozan ve çavbirçîn jiyaneke têrşad jiyane. Li coş, şa û g eşbûna xwe nerîne. Hay û baya wan ji gel ve tunebûye. Gel çi dike, çi dixwe qet rojekê jî nedipirsîne û ji Şêr re jî agahiyên dilxweş dane. Şêr û niştecihên Qesrê jî, ji şa, geş, kêf û zewqa xwe ve gel jî ji bîr kirine, bi boçûnên xwe ve gel xizan û nezan hiştine. Hilberîn û sewalên niştecihdaran roj bi roj kêm bûne, ji bêgavî ve keda wan dihate xwarin, gava ku niştecih derdiketin derê bedenên welêt jî, gurbozên har û zikbirçî bi carekê re ew daqurtandine. Êdî yek jî ni karibûye biçe dervê Şêristên. Bazirganî hatibûye radeya sekanê. Dan, standin kêm pêk hatiye. Hilberîn lawaz bûye.

Serok Şêr û malbata wî jî êdî her ku diçe birçî bûne, ji lew re qira xezal, kerguh, mêşin, lawir û sewalên din hatiye. Qajînî ji navikên wan qesirvanan ve hatiye. Ka ew rojên ku demekê serbixwe bûn, azad bûn. Ava sar û germ bi destê wan ne dibû. Tiliya wan ji nava hungiv ne diderket. Şêr qet û qet qey bîra van rojan ne bûye. Wek pêşokên xwe dîsa derfet ji dest berdabû, niha jî xwîn, agir ji çavan ve dibariya…

Gurên boz, qer, reş, cûn, sor bûbûn yek, peyman danîbûn û li hawîrdorê bedenê cih girtibûn, beden dorpêçî kirine, hêzdarên wan qet rê ne didan jîndarên Şêristên. Aboriya wan desteser kiribûn. Gel danûdû yê demsalî bi zehmetî tedarik dikirin. Serok Şêr ji bêgavî û dûrnedîtî ve dest hilneda û gurên hişrovî bi coş welatê wî dagir kirin.

Ji Şêr û hemwelatiyên wî re:

“Ev we çi zimanekî ne bihîstî, zehmet, nayê fêmkirin heye. Em yek jî, ji zimanê we fahm na kin. Divê ji niha û bi vir, hûn bi gurkî bireyînin, bizûrin. Bi gurkî biaxifin. Bistrên. Di kar û barên xwe de, di bazirganiya xwe de zimanê me bi kar werînin. Ji xwe ji Nebî Nûh û vir ve, em birayên hev bûne, em yek nîjad bûne, çanda me yek bûye. Ji ew roja ku hûn ber bi vir ve koç kirin, me hev ji bîr kir. Zimanê we guheriye. Heta cinsê we jî guheriye, çi tiştekî ecêb e, ne? We çanda xwe jî ji bîr kiriye. Yanî a niha we çand nîn e, hûn bê çand mane. Bi xêra me hûn bûne xwedîçand, ji dema Nebî Nuh ve. Ji bo ku hûn wisa guherîne, divê êdî em ji we vê çanda xwe werbigirin. Bapîrên me spartibû we, hûn lê xwedî ne derketine. Ji î roj û pê ve, bi şêrikî dengdayîn jî qedexe ye. Heta avvexwarin, xwarin û fîkandin jî. Lê hûn dikarin di şikeft û malên xwe de, xwe bi xwe, bi zar û zêçên xwe re, bi zikmaka xwe ve biaxifin. Lê em vî zimanî yanî yê we yê nuh jî qedexe na kin ha! Ev jî bila çêya me be. De şikir bikin. A rastî hişê min qebûl nake, hûn jî ji dola me ne lê çawan bûye zimanê we, cinsê we, navê we hatiye guherandin, qey di çiyayên asê de gava hûn meşiyane xwêdan ji boça we ve bi şir û şir hatiye xwarê, rovî jî gava vî dengî bihîstine gotine ma ev çi şir û çira qûna wan e, ev şêrik kî ne, çi ne, navê we jî wanî hatiye dayîn, qey wisan hatiye guherandin, ji vê û pê ve ji ber xwezayeke cuda, tund, cinsê we jî guheriye. Ya din, ji ber ku em bi salan in ji hev û du cuda bûne, loma hûn wisa guherîne. Hûn ketine dilqê lawireke din, an na hûn jî ji cinsê me ne. teqez wisan e. Em na xwazin êdî birayên xwe bixwin. Ji xwe em bi hev re deshilatdar in. Hûn dikarin bi me re, ligel me her karî bikin, her hunerî pêk bînin. Tu ferq di nava me û we de nîn e ku. Ji lew re em yek nîjad in, yek dol in. Piştî tofana Nebî Nûh ev tofana ecêb li serê we qewimiye. Hûn dir û dirinde bûne. Divê em giş bi hev re aş bin. Hişê xwe bidin serê xwe û şikir bikin. Demokratiyeke wisa tu kes ni kare bide we ha. Heta em bixwazin hûn azad in. Ku em çi bikin û çi dikin bi navê azadî, demokrasî, biratî, heq, huqûq, edalet û dadî dikin. Vê jî bizanibin em ne ji bo xwe dikin ha! Em hemû ji bo we, yanî ji bo gelê xwe dikin. Bawer bin ne ji bo me, ji bo we em çalakiyên neteweperestî, niştîmanperestî û demokratîkî dikin. Serfirazî ji bo me hemûyan e. Ku kî, kê ji bilî van gotinan çi dibêje bila bêje, ew derew e haaa! Ji wan bawer nekin, giş derewkar in. Bi xwe dijminaya we dikin, dixwazin tevlîhevî çêkin û em bera hev din û dîsan ji hev cuda û bêpar bikin, wek dema Nebî Nuh…”

Wek tê zanîn; her şêrekî nêr bi tena serê xwe li cih û warê xwe dijî. Naxwaze şêrekî din li der û dora wî bijî. Ji biyaniyan re pir rêzgirtî û dilhez e, ji hevcinsê xwe re, ji neteweya xwe re, ji êla xwe re ne wisa ye, xedar e, zilimdar e. Ji ber vê yekê tifaqî û aştî di navbera wan de pêk nehatiye. Her yek serok, mîr, paşa, beg û keyê cih û warê malika xwe bûne…

Lê tu car aştî, demokratî, biratî, wekhevî di vî welatê Guristên de pêk ne hatiye…

Zarokno hûn jî wek Şêr ê bêmêjî û ramana wî ya ezezî me kin. Welat, netewe û zimanê xwe biparêzin ku hûn serfîraz, azad bijîn.


Serbestî

 

About The Author