Mast bixwin û wek Zaro Axa dirêj bijîn!

Yek ji mirovên herî temendirêj Kurd e. Zaro Axa!

Zaro Axa ji gundekî Mûtkî ya bajarê Bedlîsê ye. Di sala 1777 an de hatiye dinyayê û di sala 1934 an de li Stenbolê miriye. Ango, 157 sal temen kiriye.

Zaro Axa di jiyana xwe de gellek padîşahên dewleta Osmanî dîtine û bi wan re xoşbêşî kiriye. Temendirêjîya wî bala Amerîkîyan jî kişandiye û Zaro Axayê me çûye Amerîkayê, Amerîkî bi dîtina vî Kurdê temendirêj xweşhal bûne, wêneyên xwe pê re kişandine.

Zaro Axa, sedemê temendirêjîya xwe ji rojnameyên wê demê re gotiye.

Çi gotiye axayê me?

Gotiye: „Mast, mast û dîsa mast! Mast bixwin û bes!“ filan û bêvan.

Axir Zaro Aza di sala 1934 an de li Stenbolê diçe ser heqîya xwe. Di jiyana xwe de 20 caran zewicîye û bi sedan zarok û nevîyên wî çêbûne.

Îcar ji me gotin qurban..

Heke hûn jî dixwazin wek axayê me Zaro Axa dirêj bijîn, mast bixwin.

Mast, mast û dîsa mast!

About The Author