Ne çerm û hestî, ne jî qelewbûna zêde

Qelewbûn bûye nexweşîyek hemdemî. Herweha jarbûn û zeîfbûn jî bi serê xwe pirsgirêkek e. Hinek jin û mêr ji jarbûn û zeîfbûnê hez dikin û hinek mêr û jin jî ji qelewbûn û bermîlbûnê hez dikin. Lê tê gotin ku hem jinên jar û hem jî jinên qelew zûtir raserî nexweşîyan tên, zûtir nexweş dikevin.

Niha hûnê bêjin: „Êêêêêê, ne jar û ne bermîlî, naxwe jinên çawa oxlim?“ û lotikan li me xin.

Na, em nabêjin bê jin bimînin û di qurmik de jêkin baba, lê ji xwe re jinên „masîyane“ ango „jinên ku wek masîyan nîvqelew û hinekî têr goşt“ bînin.

De binerin bê Perwerdekarê Beşê Kardîyolojî yê Fakulteya Tip a Zanîngeha Komarê (CU) Prof. Dr. Mehmet Bîrhan Yildiz çi dibêje.

Cîgerim Prof. Dr. Mehmet Bîrhan Yildiz dibêje: „Binerin oxlim, hişê xwe bidin serê xwe û baş bifikirin. Hem jarbûn û hem jî qelewbûna zêde xeter e. Bi taybet piştî zewacê jin zêdetir kîloyan distînin û qelew dibin. Ev jî dibe sedemê gellek nexweşîyên cûr be cûr“ û dide lotikan.

Cîgerim Prof. Dr. Mehmet Bîrhan Yildiz, bi berdewamî dide lotikan û dibêje: „Her ku diçe Tip bi pêş dikeve. Hem li gora lêkolînek li Amerîkayê û hem jî li gora lêkolînên me, jinên ku hinekî bi goşt û nîvqelew bin, wek jinên jar û qelew zû bi zû raserî nexweşîya dil û kanserê (pençeşêrê) nayên. Lê jinên pir jar û pir qelew zêdetir rastî nexweşîyên dil, şekir û kanserê tên. Îcar hûn bi ya min dikin yan nakin ji vî ve“ û diçirîne lê nadirû.

Werhasilî kelam, profesor û doktorên eşîreta Lotikxanê jî piştrast dikin ku jinên „masîyane û nîvqelew“ hem bedewtir, xweşiktir û germik û nermiktir in û hem jî tamdartir û lezîztir in.

Îcar hûn û jinên xwe li hev babam..

About The Author