PIŞKULAN NEXWIN !

Zivistan bû, zar û zêç li ber sobê rûniştî bûn. Di quncika odê de bizina ku zû zabû jî hebû. Ji bo  sermayê negire li wir bi cîh kiribûn.

Cînar Hemo hat silav da malbatê û rûniştin dest bi suhbetê kirin.

zilam aciz

Malxoyê malê  Şakiro şeytanî fikirî û ji Hemo re got “ Hemo, kuro tu dikarî çavgirtî  destekî xwe çep û rast bizivirînî û bi destê din 20 (bîst) heb mewîjan bixwî ?

Hemo got “ Wey mala te, ji wê hêsantir çi heye ? Erê ez dikarim bixwim.

Şakiro ji pîreka xwe re got “ Keçê hela sadoqa xwe veke, tasek mewij  derxe bila zarok jî bixwin û hela Hemo dikare an ne ?

Xanima wî sandoq vekir, tasek mewîj anî da ber wan. Şakiro bîst mewîj jimart kire taseke din. Çavê Hemo bi şara reş girêda, Hemo destekî xwe li ser çoka xwe çep û rast zivirand û bi destê din dest bi xwarina mewîjan kir. Şakiro destê xwe dirêjî pişkulên bizinê kir çend pişkul xiste nav tasa mewîjan.

Hemo çavgirtî him dijmêrê him jî dixwe, pişkulek avête devê xwe pilqîn bi zarokan ket, bi kena ji xwe ve çûn. Hemo ket şikê, çavê xwe vekir, bi kirina Şakiro pir aciz bû û rabû bê xatir ji malê derket çû werhasil.

Niha jî hinek bi navê “ aşitî û biratî”yê lê ne çavvekirî pişkula bi me  bidin xwarin!

Yabo birastî ez ne bi Tirkoleran re li hev têm û ne jî wê rêxê dixwim.

We got çi cîgerno ?

About The Author